Parlementer Sumeyye Boz: Em ê li dijî tundiyê çalak bixebitin
Parlementera Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz anî ziman ku li Mûşa polîtîkayên şerê taybet bi awayekê zêde tê sepandin mekanîzmayên ku ji bo jinan têbikoşe sînordar e û destnîşan kir ku ew ê li dijî tundiyê bi awayekê çalak bixebitin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mûş – Daneyên tundiya li dijî jinan ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê destnîşan dike ku tundiya mêr her roja derbas dibe zêdetir dibe. Polîtîkaya necezakirinê, polîtîka û gotinên mîlîtarîst ên desthilatê û polîtîkayên şerê taybet ê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne ji sedemên herî girîng ên zêdebûna tundiyê ne. Bi taybetî li bajarên Kurdistanê bûyerên ku kiryar bi unîforma ne bi neşopandin, bereatê tê bi encamkirin. Ji aliyê qayumên ku li ser şaredariyan hatine avêtin ve destpêkê girtina navendên jinan û rawestandina xebatên jiyan bingehê ji tundiya mêr re ava dike. Yek ji bajarên ku tundiya li dijî jinan lê zêde bûye Mûşê jî rewş heman e.
Li Mûşê bûyerên tundiya li dijî jinan bê ku li cihên pêwendîdar bên teyisandin hê bêtir di nav ‘malbatan’ de ser tê girtin. Li bajarê ku sînorên civaka baviksalarî bihêz tê xêzkirin de, xwe gihandina saziyên pêwist ên jinên bi tundiyê re rû bi rû dimînin tê astengkirin. Ji ber vê yekê ji aliyê baro û rêxistinên ku der barê mafên jinan de li bajar xebatê dimeşînin ve şopandina bûyerê ango ji bûyerê agahdarbûn zehmet e.
Jinek hat qetilkirin, 3 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan!
Li bajarê ku sala derbasbûyî 4 jin jiyana xwe ji dest dan, zarokekî ku diçû qursa quranê bi guman bi awayekê mirî hat dîtin. Hat zanîn ku li bajarê ku zarokek jî bi êrişa zayendî re rû bi rû ma, bûyerên diqewimin îsal zêdetir bûne. Xebatkarên tendirustiyê ku em nikarin navên wan bêjin, bi ajansa me re vê agahiyê parvekirin ku bi veguhestina Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) ji bo nexweşxaneyan, her hefte herî kêm sê serlêdanên êrişa zayendî hatiye girtin. Parlementera Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz ku der barê mijarê de me pê re hevdîtinê kir anî ziman ku bi bihêzbûn û piştevaniya heremî dikarin li hemberî van pirsgirêkan çareserî bê dîtin. Sumeyye Boz balê lê kişand ku di nav malbatan de li ser mirinên bi guman tê girtin.
‘Polîtîkaya şerê taybet heye, mekanîzmaya ku pêşî li tundiyê bigre nîne’
Sumeyye Boz anî ziman ku bi bandora polîtîkayên şerê taybet jiyana jinan hê bêtir di bin xeteriyê de ye, destnîşan kir ku bi dehan caran li bajar pirsgirêkên der barê malên xwespartina jinan û mekanîzmayên pêşî lê girtina tundiyê de tên jiyankirin anîne ziman û wiha got: “Polîtîkayên ku li vir tên meşandin li seranserî Kurdistanê tên meşandin. Yek ji mijara sereke ya ku em herî zêde balê dikşînin jî ev e. Li bajar pir cidî mirinên bi guman tên jiyankirin. Dîsa li gel mirinên bi guman jinên ku bi tundiyê re rû bi rû tên hiştin hene. Navendên pêşî lê girtina tundiyê nikarin erkê xwe pêk bînin. Ji ber mekanîzmayek cûda ku jin bikaribin li dijî vê têbikoşin nîne, an li hemberî vê rewşê bêdeng dimînin an jî di nav malbatê de serê vê tê girtin. Ji ber em vê nêzîkatiya ku li Mûşê belav e dizanin, em vana dibêjin.”
‘Di mirinên bi guman de pêwendîdayîna me ya bi malbatan re tê astengkirin’
Sumeyye Boz anî ziman ku malbat gelek caran li şûna ku ser bûyerê de biçin li ser bûyerê digrin û wiha got: “Dixwazin ev rewş di nav malbatê de bê hiştin, bûyer neçe darazê û belav nebe. Li bajar him tundî him jî mirinên bi guman veşartî tê hiştin. Dîsa kesên ku dixwazin rastiyê derxin holê ji aliyê malbatê ve tên astengkirin. Bi taybetî em dema diçin şînan bi jinan re pêwendîdayîna me gelek caran tê astengkirin. Ev rewş aliyekî ya polîtîkayên şerê taybet e. Qadên ku mêyzekirina muhafazakar li ser bibandor e jî hene. Der barê vê de mînakên li bajar hatine jiyankirin jî hene. Bi hewldanên dayîkekî derket holê ku jinekê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû di rastiyê de hatiye qetilkirin. Lê mixabin her malbat helwesta mîna ew dayika ku dev ji bûyerê berneda raber nake. Aşkerekirina mirinên jinan jî di wateykî de veguherî tiştekî erenî.”
‘Ger kiryar bi unîforma bin encam bêcezatî ye’
Sumeyye Boz anî ziman ku di dosyayên qetilkirin, tundiya jinan de dema ku kiryar memûrê dewletê be her carê bi destê darazê ser bûyerê tê girtin û wiha berdewam kir: “Dema ku di buyerên qetilkirin ango îstîsmar, tundî de kiryar cerdevan an jî bi unîforma be buyera tê jiyankirin her carê ji aliyê darazê ve tê astengkirin. Vê carê pergal jî dikeve nava bûyerê. Ev rewş ne tenê li Mûşê li seranserî Kurdistanê tê jiyankirin. Li hemberî vê rewşa ku li bajar tê jiyankirin, tu komaleya jinan ku weke alternatîf bi awayekê çalak bixebite jî nîne.”
‘Qayûm hat xebat xilas bû’
Sumeye Boz a anî ziman ku şaredariyên ku qayûm hatiye avêtin xebatên jinan rawestandiye bal lê kişand ku li şaredariyên beriya qayûman saziyên jinan ên heyî bi awayekê çalak xebatan dane meşandin û got: “Li hemberî xebatên jinan ên tên meşandin, dijminahiyek heye. Beriya qayûm bê avêtin li bajar gelek saziyên jinan hebû lê niha yek ji wan nîne. Ji bo rawestandina vê tundiyê divê demokrasiyek ji bingehê û piştevanî bê avakirin. Dîsa mekanîzmayên ku dikarin tundiyê rawestînin divê hê çalak bixebitin. Divê beyanên jinan esas bê girtin, lêpirsînên der barê mirinên ku zêde dibin hê bi hûrgûlî bên lêkolînkirin.”