Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça: Em aştiyê ava dikin

Pêvajoya têkildarî pirsgirêka Kurd ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat pêşxistin, bi lez bi pêş dikeve. Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Ceylan Akça, geşadanên dawî ji ajansa me re nirxand.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de bangeke din a dîrokî kir. Piştî 26 salan ji Abdullah Ocalan ku ji sala 1999’an ve heta niha li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, cara yekem dîmen hat parvekirin. Abdullah Ocalan careke din banga; “Ne bi çekê, baweriya min bi siyaset û aştiya civakî heye û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin” kir. 

Hemû cîhan ku pêvajoya li Tirkiyeyê ji meha Cotmehê ve hatiye pêşxistin dişopîne, tê pêşbînîkirin ku pêvajoya çekdanînê ya bi mehan e tê axaftin wê bilez bibe. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li benda roja merasîma berdana çekan e. Parlamentera Amedê ya Partiya Wekehevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça, pêvajoya ku li Tirkiyeyê bilez tê pêşxistin ji ajansa me re nirxand. 

‘Pêvajoyek bêhempa ye’

Ceylan Akça, bi tesbîta: “Ev çareserî li gorî mînakên din ên cîhanê gelek cuda ye” dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku gelemperî pêvajoyên aştiyê bi diyalogan destpê dikin, piştî pêşxistina diyalogan gav tên avêtin. Ceylan Akça da zanîn ku vê carê pêvajo cuda tê pêşxistin û ev tişt got: 

“Lê belê ya ku em jêre dibêjin serhildana 29’an ku ji sala 2980’yan ve dest pê kir, li gorî 28 serhildanên berê bi awayekî gelek cuda didome. Yên berê hemû bi tundî bi qetla lîderên wan bi encam dibûn, ev cara yekem e çek tên danîn û li wê derê zemînê diyalogê tê avakirin. Em di vê wateyê de pêvajoyê bêhempa dinirxînin. Dibe ku pêvajoyek ji pêvajoyên din ên şer re ku li cihên din ên cîhanê didome re lîteraturek nû ya emsal ava bike be.” 

Ceylan Akça, îşaret bi wê yekê kir ku têkildarî pêşketina pêvajoyê gelek rexne hene û wiha got: “Nêrîna ‘di tu xalên pêvajoyê de xetên sor nekeve pêşiya diyalogê’ mînakek baş e lê belê di heman demê de operasyonên diyar tên meşandin. Operasyonên li hemberî CHP’ê hene. Li aliyekê pêla binçavkirinê didome, li aliyê din jî pêvajoyeke wisa ya diyalogê tê meşandin.” 

‘Bi merasîmê wê diyartir bibe’

Ceylan Akça, diyar kir ku pêvajoya weke ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ tê binavkirin, ji derveyî blokên ku bi awayê reş û spî bûne du beş, ji bo veguhere rengekî erênî û pozîtîf hêvî dide û wiha domand: 

“Ger Tirkiye demokratîk bibe wê serokên şaredariyan neyên girtin, wê operasyonên ku bi navê gendelî, li hinek deran bi sedemên siyasî tên kirin neyên kirin. Wê qadeke azad a siyasî ava bibe. Helbet gelek tiştên ku em dixwazin hene. Ji daxuyaniyên nû yên ji Heyeta Îmraliyê hatin, bi qasî ku me fêm dikin pêvajo dikeve merheleyeke nû. Tevlî merasîma çekdanînê li Silêmaniyê, belkî hê zêdetir gavên hatine avêtin bên dîtin.”

‘Divê qadek bi ewle hebe’

Têkildarî pêvajoyê ku her dem tê axaftin, alî wê kîjan gavan û çawa biavêjin. Ceylan

 Akça diyar kir ku bi baldarî nêzbûna mirovan a vê pêvajoyê, sedemên wan ên cuda hene û ew sedem wiha anîn ziman:

“Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ji salên 90’an ve heta niha 6 hewldan hene. Ev 6 hewldan 5 jê bi awayekî xirab bi encam bûn. Ji ber wê mekanîzmaya xweparastina mirovan hê jî gelek bihêz e, ji bo parastina xwe, axa ku tê de dijîn û çanda xwe mekanîzmayek wan heye. Ji bo ev mekanîzma sisttir bibe û ji bo xwe di ewlehiyê de hîs bikin divê dewlet ji bo mirovan qadek bi ewle ava bike. Em bawer dikin ku ev hesta baweriyê bi gavên diyar were dîtin. Her dem em bal dikşînin ser mijara girtiyên nexweş lê belê ger li ser nexweşiyên girtiyên nexweş, muzakereyek were meşandin, esaret û diyalogek dermirovtir bi xwe re tîne. Divê em vê desthilatdariyê îqna bikin ku divê nexweşek di girtîgehê de nemîne. Divê ew bibêjin nabe nexweş girtî bimînin.”

Ceylan Akça bi gotinên; ‘Pêwistî bi gavên cuda yên ku dewlet aliyê xwe yê bê wijdan li cihekê dihêle heye’ wiha domand: “Kesên ku Kurdan wan hilbijartiye divê şertên ku 5 salan bikaribin bimînin ava bikin. Divê kesên hilbijartine 5 salan di pozîsyonên xwe de bimînin, hemû çavkanî bi heman awayî jê sûdê bibînin û xwe bigihîjînin. Divê mirov gavên şênber bibînin, hinek ji van gavên şenber jî ev in.”

Domandina operasyonan

Ceylan Akça nirxandina xwe wiha domand:

“Ya di desthilatdariyê de tenê bi erkdarên meclîsê re sînordar e, wekîlek di muxalefetê de, li qadê, li edliyeyê û li qeroqolê ye. Li hemû deran xebatan dide meşandin. Ji ber vê jî hinek caran di aliyê meclîsê de nayê dîtin. Lê belê berpirsyariya derbaskirina wê zagonê rasterast di muxalefetê de ye, yan jî di mekanîzmaya biryarê de bûyer li dijî kes dayîna meşandin manîpulasyonek mezin e. Bala baş an jî berpirs, ne ya zagonê tîne û derbas dike, ya di çêkera zagonê de û di derbaskirina wê de, li mirovên ku tu para wan jê tune ye, girtina berpirsyariyan, tê wateya şaşbûna ji hedefa xwe ya sereke. Hê jî operasyon didomin û ev yek balê dikşîne. Mixabin hewldana ji bo hemû kesan cîhaneke baştir bêzar dike.”

‘Ji jinan digrin û didin şer’

Li hemû cîhanê pêvajoyên aştiyê herî zêde jin xwedî lê derdikevin. Ceylan Akça têkildarî, vê wiha dibêje: “Qadên ku di butçeya şer de feda dikin, qada jin û zarokan e. Ji wan qut dikin, didin çekan. Em li Ewropayê vê mînakê nû nû dibînin. Ji ber sedema endambûna Ewropayê, ya NATO’yê ji bo butçeya şer mîqdareke kêmtir vediqetand, nêzî ji sedî 1. Di butçeya welat de ji sedî 1 butçeyên defans dibûn. Niha bi tepisandina DYE’yê re, veqetandina vê butçeyê tê pêşbînîkirin ku bigihîje ji sedî 5’an. Ev jî tê çi wateyê? Tê wateya destberdana ji polîtîkayên diyar ên civakê. Ev tê wê wateyê ku ji bo jin bi giştî beşdarî jiyana siyasî û civakî bibin hemû hewldanên hatine kirin betal bikin. Lê vi derê butçeya hatiye veqetandin, wê biçe çekan. Li vê derê jin baş dizanin tişta ku ji wan tê girtin, çawa çûye gule, tank û fuze. Ji ber vê Însiyatîfa Jinan a "Pêwistiya Min bi Aştiyê heye" hatiye avakirin. Rojên borî li Enqereyê bûn. Li Enqereyê vê daxwazê anîn ziman û bang kirin ku li meclîsê mekanîzmayan ava bikin. Di vî alî de ew jî li vê derê temaşe dikin, naxwazin tişta ku ji wan tê girtin biçe şer.”  

‘Bendewarî zêde ne’

Ceylan Akça, hevdîtinên ku li DYE’ê kirin bi bîr xist û got: “Dema em li DYE’ê, bûn li ser maseyên girover ev pirsîn; ‘Dewletê kîjan gav avêtine ku ev pêvajo dimeşe.’ Pirsên erê di Sibatê de bang hat kirin, di Gulanê de fesih pêk hat, hikûmetê bi awayekî şênber heta niha çi kiriye hene. Bendewarî di qada navneteweyî de bi vî awayî ye; ‘Ger pêvajoyek wisa hebe, şerê 40 salan bi dawî bibe divê hikûmet gavek biavêje.’ Di vî alî de bendewariya vê gavê li her qadê bilindbûn girîng e. Em tenê ne li vê derê Kocakoy, li Washingtona Emerîkayê û bajarên din, anîna ziman a vê mereq û bendewariyê gelek girîng e. Bi giştî piştgiriyek mezin heye. Ez di vê hêviyê de me ev piştgirî ji bo Tirkiyeyê bibe cesaret. Ev nayê wateya avakirina zordariyê li Tirkiyeyê, berovajî em weke gavek ku ji bo Tirkiye xwe bigihîjîne potansiyela giştî ya dixwaze dibînin.” 

‘Ji bo aştiyê em civînên gel didomînin’

Ceylan Akça, destnîşan kir ku pirsên têkildarî gavan, ji welatên cuda pirskirin gelek girîng e û bi gotinên; “Aştiyek ku gelek alî tê de ne, gelek beşdarên wê hene û beş sûdê bidinê, wê bibe aştiyeke mayînde” axaftina xwe bi van gotinan temam kir:

“Di pirtûka Ernest Hemingway a bi navê ‘Xwatirxwestina ji çekan’ de behsa bîranînên xwe yên li Îtalyayê di şerê cîhanê yê yekem de dike û tîne ziman ku pêvajoya berdana çekan, weke tê xwestin ne bi teqînek mezin lê belê bi awayekî gelek bêdeng bi pêş ketiye. Peyama ku min ji wê pirtûkê ji bo xwe girt ew e ku aştî ne wisa bi deng û dingeding, bi awayekî bêdengtir e û xebata tişta li ser hatiye avakirin e. Hinek caran dibe ku dengek ewqas bilind neyê bihîstin lê belê li qadê û li her derê civînên gel didomin. Em dibêjin ew dibêjin, em mutabaqatek diyar ava dikin, em di nava bêdengiyê de aştiyê ava dikin.”