Parlamentera Îranê: Divê em dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ baş binirxînin
Parlamentera Îranê destnîşan kir ku divê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî baş were nirxandin û xwest avahî ji bo pêşengên malbatê were dayîn.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Îranê Zehra Seîdî der barê rewşa jinan ya li Îranê, li parlamentoya Îranê balkişand ser dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî.’
Zehra Seîdî li nav parlamentoya Îranê got: “Pêwîste em dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ baş binirxînin. Ez bang li parlamenteran dikim ku rê bidin dabînkirina avahiyan jibo pêşengên malbatê.”