Parêzerên Îranê bertek nîşanî 'cezayê îdamê' dan: Divê demildest bê rakirin
Parêzeran diyar kirin ku cezayên darvekirinê yên li girtiyên siyasî Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatine birîn ne rewa ye û divê bê betalkirin.

Navenda Nûçeyan – Zêdetirî 200 parêzeran li Îranê ji bo şermezarkirina cezayê îdamê yê li parêzvana mafên mirovan Werîşe Muradî, rojnameger Pexşan Ezîzî û parêzvana mafên kedkaran Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, daxuyanî dan.
Parêzeran diyar kirin ku cezayê darvekirinê binpêkirina mafên mirovan a herî mezin e, diyar kirin ku ew ê li dijî cezayê darvekirinê têkoşîna xwe bidomînin.
'Divê doz bi awayekî hiqûqî bê çareserkirin'
Parîsa Xademî da zanîn ku cezayê darvekirinê li girtiyên siyasî Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî bûye sedema nîgeraniyeke mezin û got, “Biryar li dijî hiqûqê ye. Beriya ku cezayê darvekirinê bê sepandin divê doz ji nû ve bê lêkolînkirin û çareseriyeke hiqûqî bê dîtin. Ji ber vê yekê me xwest bi weşandina daxuyaniyeke bi îmzeya gelek parêzeran bala darazê bikşînin. Civaka navnetewî ji bo rakirina cezayê îdamê dest bi kar kiriye û em hêvîdar in ku Îran cezayê îdamê ji holê rake.”
'Cezayê îdamê di her kêliyê de dikare were sepandin'
Yek ji parêzerên îmzekar Osman Mazin jî got, “Li gorî hevdîtinên ku me bi parêzerên Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî re kirine û belgeyên ku ketine destê me, em gihiştine wê encamê ku prensîbên herî zelal ên darizandina adil hatine binpêkirin. Bi taybetî Pexşan Ezîzî di dema binçavkirina xwe de ku zêdetirî salekê dom kir, destûr nehat dayîn ku bi telefonê bi malbata xwe re biaxive. Her wiha nikarîbû bi parêzerê xwe re têkilî dayne. Di îdianameya ku der barê wê de hatiye amadekirin de sûcên giran hene, lê dîsa jî destûr nehat dayîn ku parêzer bikevin dozê. Cezayê îdamê bêyî ku delîlên ku ji aliyê parêzeran ve hatin pêşkêşkirin, hat dayîn. Cezayê îdamê di her kêliyê de dikare were sepandin û em dixwazin ev biryara nedadmend demildest were sekinandin."
'Divê doz ji nû ve bê lêkolînkirin'
Osman Mazin diyar kir ku cezayên darvekirinê ne li gorî qanûnê ne û wiha got: “Em daxwaz dikin ku doz ji nû ve bên lêkolînkirin û bi darizandineke adil û bêalî li dadgehê biryara qanûnî bê dayîn. Yek ji daxwazên me yên parêzer jî betalkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî ye. Li gorî xala 477'an a Yasaya Dadweriyê, eger biryarek li dijî qanûnê were dayîn û serokê dadgehê jî were agahdarkirin, dikare bi erkên xwe dosyayê ji bo lêkolînê ji nû ve bişîne Dadgeha Bilind. Der barê Werîşe Muradî û Şerîfe Muhammedî de hêj cezayê darvekirinê bi dawî nebûye. Doza Werîşe Muradî li yek ji şaxên Dadgeha Bilind tê lêkolînkirin, lê piştî binpêkirina biryara destpêkê dosyeya Şerîfe Mihemedî heta niha ji Dadgeha Bilind re nehatiye şandin."
'Divê cezayê darvekirinê bê rakirin'
Osman Mazin wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li bendê ne ku pergala dadwerî û Dadgeha Bilind a ku ji van dosyayan bi rê ve dibe, ji bo pêşîgirtina li cezayê darvekirinê, rewşa wan li gorî qanûn û prensîba bêalîbûnê binirxîne. Mixabin di van salên dawî de qanûnên cezakirinê di welatê me de wisa bûne ku gelek çalakiyên ku berê bi îdamê nedihatin cezakirin, ji wan tawanên gendeliya aborî, niha rastî cezayê îdamê tên û her roj em dibin şahid ku gelek ceza tên dayîn. Cezayê îdamê her ku diçe zêde dibe û ev yek li dijî prensîb, pîvan û erkên navneteweyî ye. Divê em ber bi rêyeke ku cezayê darvekirinê ji qanûnên me bê derxistin ve bimeşin."