Parêzera mafên zarokan: Zagonên li Tûnisê zarokan naparêzin

Tevî ku li Tûnisê zagonên der barê mafên zarokan de hene jî binpêkirinên li dijî wan bi taybetî li herêmên hundir zêde dibin. Parêzerê mafên zarokan Hoda Mhanî diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan divê gel şiyar bibe.

ÎXLAS HAMRONÎ

Tûnis- Li gorî lêkolînên ku li Tûnisê hatine kirin; li welat gelek zarok bi awayên curbecur ên wekî parsekbûn, koçberî, ked, bêmalî û tundiyê tên îstîsmarkirin. Li gorî lêkolîneke ku ji sala 2017’an ve ji aliyê Mala Çavdêriya Zarokan a Tûnisê ve hatiye amadekirin; hat diyarkirin ku 308 zarok (50 ji wan zarokên keç in) li kolanan parsekiyê dikin, 800 zarok winda bûne, zêdeyî hezar zarok tevli dizî û sûcên tundiyê bûne, zêdetirî 900 zarok rastî êrişan hatine, piraniya wan zarokên keç in. Di nava zarokan de 24 kesan hewl dane xwe bikujin.

‘Yek ji pirsgirêka sereke êrişa zayendî ye’

Parêzera mafên zarokan Huda Mehnî binpêkirinên mafên zarokan ên li Tûnisê nirxand û diyar kir ku rêziknameyên zagonî tenê ji bo parastina zarokan têrî nakin û destnîşan kir ku divê bi lêkolînên berfireh hişyariya gel bê bilindkirin. Huda Mehnî wiha domand: "Pirsgirêkên sereke yên ku zarok bi giştî li Tûnisê dijîn terikandina dibistanê, tundî, bêmalbûyîn, parsekbûn, xizanî û êrişa zayendî ye. Pirsgirêkên me yên din ên girêdayî nêzikatiyên derûnî û civakî jî hene ku hewcedariya wan bi baldariyê heye.

Zarokên li gundan di bin şert û mercên dijwar de dijîn’

Huda Mehnî di berdewamiya axaftina xwe de der barê rastiya zarokan li herêmên hundir û gundewaran de jî got: "Rewşa zarokên herêmên hundirîn (başûr û bakur rojavayê welat) li gorî paytext û bajarên mezin cuda ye. Zarokên herêmên gundewar di bin şert û mercên dijwar de dijîn û bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin ku wan ji jiyana di jîngeheke xwezayî û ewle de bêpar dihêle. Ev rewşa zehmet bû sedem ku rewşên dûrketina ji dibistanê û belavbûna diyardeyên civakî yên mîna bêmalbûn parsekî û diziyê derkevin."

‘Li bajarên mezin diyardeya tundiya li dijî zarokan zêde ne’

Huda Mehnî wiha berdewam kir: "Zehmetiya rewşa hewayê jî heye. Zarok ji ber barîna baranê li herêmên hundirîn û gundan bi gelek zehmetiyan re rûbirû dimînin û pirsgirêkên mezin bi wan re çêdibin. Mînak di zivistanê de ji ber barana zêde gelek caran li van herêman lehî radibin. Havînê jî tîrêjên rojê wan dişewitîne ji ber bi kîlometreyan heta dibistanê dimeşin. Navendên bêhnvedanê bi taybetî ji bo zarokan tune ne. Li bajarên mezin jî em dibînin diyardeya tundiya li dijî zarokan û pirsgirêkên dibistanan gelekî zêde ne."

Huda Mehnî bal kişand ser diyardeya tundiya malbatî ya li herêmên gundewar belav bûne û kiryarên li dijî zarokên keç û jinan ku zêdetir ew zirarê ji her tiştî dibînin û wiha anî ziman: "Zarokên keç neçar dimînin ji xwendina xwe qut bibin. Dema keç dikevin temenê kamilbûnê fikra yekem zewicandina an jî karkeriya ji bo xwedîkirina malbatê ye."

‘Divê mafên bingehîn ên zarokan werin mîsogerkirin’

Huda Mehnî behsa zagona parastina mafên zarokan kir û diyar kir ku tevî zagon hene jî di pratîkê de tiştek dernakeve holê û wiha pêde çû: “Parastina mafên zarokan di destûra Tûnisê di beşa 47’an de heye, teqeziyê li ser mafên zarokan li ser dê û bav dike. Her wiha divê dewlet rûmet, tenduristî, perwerde û fêrkirinê û hemû cureyên parastina mafên zarokan bixe bin temînatê. Zagon bi tena xwe ne bes in û zarokan naparêzin. Pêwîstiya van zagonan bi aktîfkirinê heye, bi taybetî li herêmên hundirîn û gundên dûr. Pirsgirêka di van zagonan de vedigere nehişyariya welatiyan û malbatan. Girîng e kar li ser hêsankirina agahiyên der barê zagonan de hebe û welatî werin hişyarkirin. Divê hemû gefên li dijî zarokan  werin gilîkirin.”