Parêzera Kurd: Li Îranê bi rengekî aşkera mafê girtiyan tê binpêkirin
Parêzer Selwa Osman têkildarî êrîşên Îsraîl yên li ser girtîgeha Evînê ya li Tehranê û nêzikatiyên Îranê yên di vî warî de got ku “Li Îranê bi rengekî aşkera mafê girtiyan tê binpêkirin. Ev yek di topbarana li ser girtîgeha Evîn de tekeztir bû.”

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Di 13’ê Hezîranê de şerekî dijwar di navbera Israîl û Îranê de rû da. Îsraîlê di 23’yê Hezîranê de girtîgeha Evînê ya li Bakurê Tehranê topbaran kir. Ev girtîgeh li Îranê bi zilm û zora li hember çalakvan, siyasetmedar, rojnemevan û hiqûqnasan tê naskirin. Çalakvan û rojnamegerên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî yên cezayê darvekirinê li wan hatine birîn jî li vê girtîgehê tên ragirtin. Li gor agahiyên saziyên Komara Îranê, di wê êrîşê de 73 kesên ku di nav de girtî, gardiyan, karmendên girtîgehê û tenduristiyê hene, jiyana xwe ji dest dan.
Piştî vê bûyerê gelek rapor û belge derketin holê. Di van raporan de hat gotin ku Îranê bi vê bûyerê re, hejmareke mezin ji girtiyan birine cîhên ne diyar û têkiliya bi wan re qut bûye. Têkildarî vê rewşê û bi giştî binpêkirinên ku li Îranê tên jiyîn, parêzer Selwa Osman axivî.
‘Îsraîlê bi zanebûn girtîgeha Evîn armanc girt’
Hiqûqnas Selwa Osman di destpêkê de şerê dualî ku rû da nirxand û diyar kir ku armanca hedefgirtina girtîgehê cuda bûye. Selwa got ku: “Şerê ku di navbera Îsraîl û Îranê de rû da, parçeyek ji şerê cîhanê yê sêyemîn e ku bi riya wê nexşerêyeke nû ji bo Rojhilata Navîn were çêkirin û ev yek bi serkêşiya hêzên hegemon pêk tê. Jixwe ev projeke mezin û kûr e, heta em dikarin rêxistinkirina DAIŞ, rûxandina pergala rêjîma Sûriyê û xelek mijarên din jî weke xelekên vê projeyê bigirin dest. Em Îran û Îsraîlê jî nas dikin û dizanin xwedî hêz û hişmendiyên çawa ne. Di vê xalê de Îsraîlê bi piştevaniya Amerîka xwest bi riya vî şerî Îranê li Rojhilata Navîn ji hêza wê bixe û lewaz bike ku wiha jî gelek cihên stratejîk armanc girt. Di 23’ê Hezîranê de girtîgeha Evînê ji aliyê Îsraîlê ve hat topbaran kirin. Girtîgeha Evînê cihekî wiha ye ku girtiyên li dijberî pergal û hişmendiya Îranê têdikoşin û serî hildane, dihewîne. Bi nêrîna min armanca Îsraîlê ji vê bûyerê ew bû ku di nava Îranê de şer û serhildanên navxweyî pêk werin. Ji ber ku ew di nav 73 kesên ku jiyana xwe ji dest dan de karmend, gardiyan û girtî jî hebûn. Bi wateyeke din Îsraîl hem ji derve û hem di hundir de, hewl da sîstema Îranê hilweşîne.”
‘Girtîgeha Evînê navendeke binpêkirina mafê mirovan e’
Selwa di berdewama nirxandina xwe de bal kişad ser çawaniya vê girtîgehê û weke girtîgeha Seydnaya ya Sûriyê binav kir. Selwa wiha got: “Girtîgeha Evînê yek ji girtîgehên herî navdar yên Îranê ye ku bi pergala xwe tê nasîn. Heger em pênaseyeke din li vê girtîgehê bikin, em dikarin weke girtîgeha Seydnaya a Sûriyê bidin nasîn. Di vê girtîgehê de hemû rêbazên tund yên îşkenceya fîzîkî û derûnî tên bikaranîn. Lewra her kesê ku di nava bîrdoziyeke dijberî Îranê de tevbigere, yekser dikeve vê girtîgehê. Ji xwe tê zanîn ku piraniya girtiyên vê girtîgehê rû bi rû yê cezayê darvekirinê ne. Îran bi pergala xwe ya sêdarê tê nirxandin, ev mijar ne tenê ji aliyê me ve wiha tê destgirtin. Hemû mafnas û hiqûqnasên cîhanê li ser vê xalê lihev dikin. Di vê derbarê de bi sedan raporên Dadgeha Navdewletî hene ku sûc û binpêkirinên Îranê yên li ser girtiyan belge kirine. Jixwe çawa êrîş çêbû, yekser beşeke mezin ji girtiyan bi rengekî veşatî derbasî hîn girtîgehên din kirin. Ev jî diyar dike ku Îran naxwaze kes ji rewşa girtiyan û sîstema girtîgehê agahdar bibe. Ji bo vê jî girtiyên di Evînê de ji mafên xwe yên herî rewa jî hatine tecrîdkirin.”
‘Bi salan e binpêkirin û darvekirin di rojevê de ye’
Selwa Osman bo bîr xist ku sîstema Îranê destek nade mafê takekesî, demorasî û azadiyê û wiha pê de çû: “Bikaranîna şêwazê darvekirinê yê li Îranê bi salan e tê rojevkirin, di 2023’an de raporeke wan derket ku 837 kes hatine darvekirin. Ji bo vê jî yanî êdî divê ev girtî ji darvekirinê werin parastin. Rast e, li tevahî cîhanê girtî hene, lê ev girtî jî bi riya hevpeyman û zagonan tên cezakirin. Em dikarin mînakeke şênbertir jî bidin, a niha rewşa Werîşe Mûradî ya ku biryara darvekirinê lê hatiye birîn di rojevê de ye. Di vî warî de Îran xwe dispêre pergaleke Îslamî, ango weke komareke Îslamî xwe nîşan dide. Ewropa zêdetir xwe weke parêzvanên mafên kêmnetew, pêkhate û demokrasiyê pênase dikin. Ji bo vê jî bi taybetî jin, pêkhateyên kêm û kesên dijbertiya bîrdoziya wan dikin, di hedefa Îranê de ne. Sîstema Îranê destek nade mafê civakê ango hizirandin, tevgerkirin, nirxandin û parvekirinê bi rengekî azad û demokratîk. Îran bi rengekî zelal vê yekê dibêje, ger tu nêrîneke dijber bidî ango nakokiyê binirxînî, yekser tu têy girtin û cezayê wî jî diyar e ku darvekirin e.”
Banga ‘li girtiyan xwedî derkevin’
Parêzer Selwa Osman herî dawî banga xwedîderketin û parastina girtiyên bê suc kir û wiha got: “Hemû sazî, kes û rêxistinên bi hiqûq û dadê re pêwindîdar in, li ser binpêkirinên zelal yên Îranê lihev dikin. Lê mixabin tevî hemû raporên ku derdikevin jî, heta niha jî me pratîka wê nedîtiye. Ji ber vê jî em careke din bang dikin ku em bilezin da ku em bikaribin mafê van girtiyan biparêzin û dawî li van binpêkirinan bînin.”