Parêzera ji Misra Jor: Ji bo hilbijartinên baroyê divê pergala kotayê hebe

Namzeda nûnera ciwanan a Baroya Assiut a Başûr Esma Kamal El-Sayed, xwest di hilbijartinên baroyê de ji bo jinan qoltixa taybet û pergala kotayê hebe, da zanîn ku ji ber astengiyên civakî jin di hilbijartinan de ji bo serkeftinê zoriyê dikşînin.

ÎMAN SAMÎR ALÎ

Misir – Baroya Misirê ku xwe ji bo yekîneyên şaxan ji hilbijartinan re amade dike, tevî hejmara jinan di warê hiqûqî de zêde dibe jî; bi taybetî li bajarên Misra Jor Barosu, temsîliyeta wan a di nava baroyan de hê jî pir kêm e. Zagon her çendî destûr bidin jin û mêr namzedên wekhev bin jî; kevneşopî û normên civakî, li hemberî gihîştina pozîsyonên biryargirtinê yên jinan asteng in. Qoltixa taybet an jî kêmasiya pergala kotayê, di hilbijartinan de li pêşiya serkeftina jinan û nûnertiya parêzerên ciwan dibe asteng.

Parêzera namzeda Baroya Assiuta Başûr Esma Kamal El-Sayed wiha got: "Di baroyê de ji bo jinan qoltixek taybet tune ye. Tenê qoltixek ku ji bo ciwanan hatiye veqetandin heye û zagon şert danaynin ku ev qoltix ji bo mêr an jî jinek be. Ne li gorî zayendê li gorî temen tê texsîskirin û ev yek ji bo me avantaj e lê ji bo parêzerên jin, qoltixeke taybet tune ye, em vê daxwaz dikin. Em dixwazin di konseyê de pergaleke kotayê ya ku yek an jî zêdetir qoltix ji bo jinan werin texsîskirin hebe."

‘Li Misra Jêr ji ber kevneşopiyan em rastî gelek astengiyan tên’

Esma Kemal El-Sayed diyar kir ku di baroyê de ji sedî 30 û ji sedî 40 lijneya giştî ji jinan pêk tê û bal kişand ku vê komê ji bo pêdiviyên xwe, berjewendî û nêrînên xwe yên pîşeyî, blokek girîng e divê din ava komeleyê de were temsîlkirin. Esma Kamal El-Sayed bal kişand ser astengiyên li pêşiya jinên parêzer, diyar kir ku zagon ji bo pozîsyonên serokkomarî yan jî endamtiyê asteng nîn e û got: “Lê bi taybetî, li Misra Jor, ji ber kevneşopiyan em rastî gelek astengiyan tên. Ji ber vê yekê li gorî hinek bajarên li Misra Jêr, hejmara jinên di van pozîsyonan de zêdetir e. Ji ber vê yekê, heta roja îro tu jineke parêzer qoltixek bi dest nexistiye.”

Esma Kamal El-Sayed, diyar kir ku pêkanîna pergala kotayê û texsîskirina qoltixek ji bo jinan, bi taybetî, dema kur ola jinan a di civakê de li ber çavan were girtin dê ji bo teşwîqkirina beşdariyê bibe gaveke pir girîng û bi wate û gotinên xwe wiha domand:

‘Kontenjanek Yekîtiya Baroyê ji bo ciwanan heye’

“Jin êdî dikarin dadgerî û dozgeriyê bikin û ji Yekîtiya Baroyê pir xwezayî dikarin bibin xwedî qoltixek. Jixwe kontenjanek Yekîtiya Baroyê ji bo ciwanan heye ez jî namzeda wê kontenjanê me lê em bi gelek astengiyên ku şansa me ya serkeftinê qels dikin re rûbirû dimînin. Carna yek an jî di pêvajoyên hilbijartinan de tu jineke parêzer serkeftî nabe, carna jî tu jineke parêzer nabe namzed. Sedema vê jî ew e ku civak vê yekê napejirîne û hinek kes vê yekê bêyî ku weke derfeta reqabetê hebe weke windakirina demê û bareke malî dibînin. Mînak; di pergala nû ya ku di nava çend rojan de dest pê bike de, li Assiuta Bakur û Başûr, bi giştî tenê pênc jinên parêzer namzediya xwe danîn. Kêmasiya destekê zêdetirî parêzerên jin û mêr, her çendî wisa xwedî hêjahî nebin jî ji ber tercîha dengdayîna mêran şansa serkeftinê kêm bû."

‘Jin ji ber helwestên civakê di warê dengdanê de bê daxwaz in’

Esma Kamal El-Sayed bi gotinên; “Pênc şeş sal berê jin di hinek pozîsyonan de qet tunebûn” wiha domand: “Jin di warê dengdanê de bê daxwaz in, ev jî ji ber helwestên civakî ye. Pêdiviya me bi gorandina zihniyetê heye. Li qadên din rewş guehrî, xebatkarên jin êdî bi xebatkarên mêr re heman rolan dilîzin, jin bûn dadger û dozger lê pêdiviya wan bi hêzeke ku wan teşwîq bike heye. Texsîskirina qoltixek ji bo jinan dê vê yekê merhele bi merhele hêsantir bike. Ev tenê mijara dem û hînbûnê ye. Pirsgirêkek din jî ew e ku gelek ji wan parêzerên ku tên nasîn û extiyar in meyla wan ji hilbijartinê re heye lê divê ciwan di pêvajoya hilbijartinê de rolek bilîzin lewre xwedî nêrînên nû û daxwaza guherînê ne.”

‘Guherandina zagonê û pergala kotayê êdî şert e’

Esma Kamal El-Sayed diyar kir ku dema bûye namzed rastî rexneyan û gotinên ku cesaretê dişkînin hatiye û wigonên xwe wiha bi dawî kir: “Hinek dibêjin pereyê xwe veşêre, dê tu tişt neguhre, heta niha tu jin serkeftî nebûye. Desteka ku didin me jî gelek caran pir kêm e û tenê ji bo nezakete ye lê tercîhkirina mêran didome. Ez bawer dikim ku guherandina zagonê û pêkanîna pergala kotayê êdî şert e lewre pergala kotayê ji bo jinan dê qoltixê ferz bike, parêzerên jin teşwîqê namzediyê bike û beşdariya wan ji bo pêvajoya hilbijartinê zêdetir bike. Ez hêvî dikim ku di nêz de serkeftina yekem a jinan çêbibe, wê demê dê rewş biguhere û parêzer vê yekê bipejirînin. Jixwe di encamê de armanc sûda giştî ye û jinên parêzer di nava Lijneya Giştî de blokek girîng in, din ava Yekîtiya Baroyê de xwedî mafê temsîliyetê ne.”