Parêzera Îranî ya ku 6 sal ceza lê hatibû birîn bi kefalet hate berdan

Îlham Zeraatpîşeya ku ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî bi 6 sal cezayê girtîgehê û qedexeya derveyî welat lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Adilabadê bi kefalet hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Parêzera Îranî Îlham Zeraatpîşe bi kefalet ji Girtîgeha Adilabad a Şîrazê hate berdan. Endama Komeleya Parêzeran a Parêzgeha Farsê, Îlham Zeraatpîşe, di Gulana îsal de li Dozgeriya Şîrazê ya ji bo Bicîhanîna Biryarên Yasayî hate girtin û şandin girtîgehê.

6 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn

Îlham Zeraatpîşe piştre ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê ve bi sûcê ‘bi armanca sûcê li dijî ewlehiya neteweyî kombûn û lihevkirin’ 5 sal û bi sûcê ‘propagandaya li dijî rejîmê’ salek cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dadgehê her wiha biryara qedexeya derveyî welat ya du salan da û pasaporta wê betal kir.

Hat destnîşankirin ku parêzera Îranî berê gelek caran ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û sivîl ji bo lêpirsînê hatibû bangîkirin, binçavkirin û rastî pêvajoyên qanûnî hatibû.