Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê pergala îşkenceyê ye

Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘pergaleke îşkenceyê’ ye û got: “Dewleta Tirk hem di biryara AÎHM’ê de hem jî raporên CPT’ê de rejîma înfazê ya ku tê gotin li dijî qedexeya îşkenceyê ye, didomîne.”

PELÎN OZKAPTAN

Stenbol - Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, berdewam dike. Ji Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di heman girtîgehê de ne ev 30 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîbû, hatin redkirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk ku parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 navên din dike, da zanîn ku pergala tecrîdê li Îmraliyê “pergala îşkenceyê” temsîl dike. Raziye Ozturk got: “Ev hem rastiyeke objektîf e, hem jî rewşek e ku hem di biryara AÎHM’ê de hem jî di raporên CPT’ê de derketiye holê. Lê belê ez dixwazim diyar bikim ku rewşa heyî pir giran e ku tenê bi tecrîdê nayê ravekirin. Pergala îşkence û tecrîdê ya ku 24 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û bi demê re girantir bûye û bi rêbazên nû kûr bûye, gihiştiye asta mutleq tunebûna danûstendinê ji 30 mehan zêdetir e.”

Ji berê heta niha pergala tecrîdê

Parêzer Raziye Ozturk qonaxên pêvajoya Îmraliyê bi kurtasî wiha got: “Qonaxa yekemîn, avakirina pergala tecrîdê ya 1999-2005’an e; Pratîkên li ser bingeha polîtîkaya girtina mirovan tenê di hucreyek yekgirtî ya zindana giravê de, ku rayedarên hukûmetê wekî ‘Tabût’ pênase dikin. Qonaxa duyemîn a di navbera salên 2005-2015’an de, pêkanîna gav bi gav girankirinê, girankirina tecrîdê û bi gotina rayedarên dewletê polîtîkayên ‘ parçe parçe qetilkirin’ yên weke di şert û mercên nebaş ên girtîgehê de bi demê re xirabkirina tendurustiyê bû.”

Qonaxa sêyemîn jî tecrîda mutleq, qutkirina têkiliya bi cîhana derve re ye, ji derveyî du telefonên îstîsna, çend hevdîtinên malbatî û 5 parêzeran ên piştî sala 2015’an û pêkanînên li ser polîtîkaya ‘Li Îmraliyê definkirin’ ku rayedarên hikûmetê tînin ziman. Qonaxa çaremîn, ku bi têlefonê ya 25’ê Adara 2021’an dest pê dike, bidawîkirina hemu têkiliyan e, tevî ragihandinê, bi cîhana derve re, rewşa nebûna mutleq a ragihandinê û negirtina agahiyane (telefon, faks, name, serdan, hevdîtinên malbat û parêzeran). Ji muwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve tu agahî nîne.”

‘Armanc bidawîkirina hewldanên çareseriya demokratîk e’

Raziye Ozturk destnîşan kir ku ev rewş berdewamiya ‘komploya navneteweyî’ ye û got: “Armanca komployê ya herî girîng ew bû ku hewldanên çareseriya demokratîk a li ser esasê wekhevî û yekîtiya gelan a li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ku birêz Ocalan ji sala 1993’an û vir ve bi Tirkiyeyê re pêş bixe, bi dawî bike. Armanceke din a komployê jî ew bû ku di çarçoveya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de bi rêya birêz Ocalan û Kurdan pêşxistina şerê li Rojhilata Navîn were kûr kirin. Lê birêz Ocalan hem di pêvajoya revandina Tirkiyê de û hem jî piştî wê komplo pûç kir. Bi hewldana berdewamkirina komployê bi rê û rêbazên cuda, hewl hat dayîn ku Birêz Ocalan were tasfiyekirin, bêbandorkirin û bê îrade kirin.

‘Sazî û rêxistinên Ewrupayê bêdeng man’

Raziye Ozturk anî ziman ku sazî û rêxistinên Ewrupayê yên ku erka wan parastina mafên mirovan e, li hemberî van bêdeng in û wiha got: “Birêz Ocalan li gel hemû bêhiqûqiyan têkoşîna xwe ya ji bo aştiyeke bi rûmet û yekîtiya demokratîk a gelan berdewam kir. Her gotina wî ji bo gelên bindest bû bêhnstandinek. Ji ber vê yekê jî hate xwestin ku bi tevahî têkiliyên navbera Ocalan û gel qut bikin. Hewldan hebû hem Ocalan ji gel û hem jî gel ji Ocalan bê tecrîtkirin.” Raziye Ozturk da zanîn ku ev rewş tenê bi tecrîdê nayê ravekirin û ev rewş ji girtîgehan li hemû qadên jiyanê yên civakê belav bûye û got: “Di vê wateyê de Îmralî bûye cihê ku qanûn û pêkanînên antîdemokratîk ên ku bandorê li her kesî dike, lê tên hilberandin.”

‘Zexta ku li ser civakê tê kirin, encama çanda gefê ye’

Raziye Ozturk got: “Pergala derqanûnî û polîtîkayên zextê yên li Îmraliyê hatin kirin û asayîkirina wan di raya giştî û asta rêveberiyê de bû sedema avakirina çandeke neyînî.” Raziye Ozturk bal kişand ser encamên bêdengiya li hemberî tecrîdê derketine û got: “Îro li Tirkiyeyê bi betalkirina Peymana Stenbolê û jinan ku dibêjin ‘em ê nebin alîgirê vî sûcî’, rewşenbîr û akademîsyen, siyasetmedar û rojnamevan, qeymeqam û îradeya gel nayê naskirin, bi kurtasî zext û gefa ku beşeke mezin a civakê rû bi rû maye, encama vê çandê ye.”

Binpêkirina 'mafê hêviyê'

Raziye Ozturk biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ku "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin nirxand û got, "Di sîstema hiqûqî ya Tirkiyeyê de cezayên girankirî yê heta hetayê bi vî rengî hatiye tertîbkirin ku heta bi şekleke heta mirinê  tê sazkirin. Lê belê di sala 2014’an de, Dîwana Mezin a DMME'yê bi yekdengî, sepandina cezayê heta hetayê yê girankirî yê bêyî îmkana serbestberdana bi şert, li dijî xala 3'emîn a Peymanê, ango qedexekirina îşkenceyê ye, bi yekdengî dît û diyar kir ku divê girtî xwedî hêviyek be ku ew karibe ji girtîgehê derkeve.”

'Bi birêz Ocalan re bi hezaran girtî rastî îşkenceyê tên'

Raziye Ozturk diyar kir ku  piştî biryara DMME'yê divê Tirkiye qanûnên xwe yên hiqûqî ji bo rakirina rejîma darvekirinê ya giran biguherîne û mekanîzmayeke bibandor a ku tê de "mafê hêviyê" jî dihewîne ava bike û der barê pêkanîna vê pde ev agahî da.

“Li gorî vê mekanîzmayê divê daraz herî dereng rewşa serbestberdana girtiyan di sala 25’an de ji nû ve binirxîne û ger neyên berdan divê ev nirxandin di navberên rêkûpêk de bên dubarekirin. Lê belê di nava 9 salên derbasbûyî de ne Tirkiye ji bo rakirina vê binpêkirinê ti guhertinek pêk aniye û ne jî Desteya Wezîran a ji şopandina cîbicîkirina biryarê berpirsyar e, destwerdanên bi bandor kirine. Li gel gelek serlêdanên me jî Desteya Wezîran piştî 7 salan cara yekem ev mijar xist rojeva xwe. Lê dîsa jî biryareke bi bandor negirtiye. Dewleta Tirk hem di biryara AÎHM’ê û hem jî di raporên CPT’ê de rejîma înfazê ya ku tê gotin li dijî qedexeya îşkenceyê ye, didomîne. Bi birêz Ocalan re li ser hezaran girtiyên ku cezayê girtigehê hatiye dayîn. bi vê rejîma îşkenceyê re tê înfazkirin."

'Têkoşîna rêxistinbûyî ya civakê li dijî mezinkirina faşîzmê esas e'

Raziye Ozturk, anî ziman ku çareseriya pergala heyî encax bi hilweşandinê çareser dibe û wiha gotinê xwe berdevam kir: "Rejîma Îmraliyê bi awayekî derqanûnî hatiye avakirin, hewl tê dayîn bi awayekî derqanûnî were domandin, lewma ne di asta ku bi daxwazên qismî bê çareserkirin û başkirin de ye, divê bê betalkirin." Raziye Ozturk diyar kir ku ev bêhiqûqî ne tenê li ser Kurdan, derdorên cuda jî bandor dike û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî ya civakê û wiha pê de çû:

“Di mijara Merdan Yanardag de jî tê dîtin, îfadekirina heqîqetê dibe mijara lîncê. Ev hemû di çarçoveya konsepta şerê taybet de hatine pêşxistin. Rastî ji civakê tên veşartin û operasyonên têgihîştinê tên kirin. Pêwîst e hemû civak li dijî zêdebûna faşîzmê hişyar be û têkoşîneke rêxistinkirî bide meşandin. Me diyar kir ku weke berdewamiya komploya navneteweyî hewl tê dayîn tecrîd berdewam bike. Ji ber vê yekê li dijî vê bêhiqûqiya navneteweyî di qada navneteweyî de pêwîstî bi têkoşîneke gelekî mezintir heye. Bi tevkarî û hewldana demokrat û derdorên muxalîf bi têkoşîneke hevpar a navneteweyî dikare tecrîd were rakirin û ev yek jî ne tenê bi rêbazên aştiyane û demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bike, di heman demê de krîzên pergala kapîtalîst li tevahiya cîhanê ku gav bi gav kûr dibin û mezin dibin jî ji holê rake.