Parêzer Deşnê Osman: Zagon jî pêşî li kuştinê nagirin

Parêzer Deşnê Osman Qadir got ku dozên kuştina jinan, ji ber destwerdana siyasî û urf û edetên civakê li dadgehê yekalî dibin û da zanîn ku zagona hejmar 14 a sala 2002’an, bi taybetî ji bo pêşîgirtina kuştina jinan bi navê parastina namûsê heye.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Desthilatdariya herêma Kurdistanê bi feraseta mêrê serdest desthilatdariya xwe didomîne. Her wiha hebûna xwe di tepisandina jinan de dibîne. Tundiya li dijî jinan ji aliyê mêr ve rojane bi heman çanda mêrsalar xwe dide der. Roj bi roj zêde dibin. Dadgeh jî rê ji bo kuştina jinan vedikin. Doz bi navê namûsê de sûcê kuştinê vedişêrin. Piştre bi riya partiyan beşek ji dozên kuştinê tên girtin, an jî sûcdar rastî cezayên kêm tên.

Ji ber ku zagon nayên bicihanîn metirsiya zêdebûna kuştina jinan zêdetir bûye.

‘Tundiya dîjîtal’

Parêzer Deşnê Osman Qadir diyar kir ku daneyên kuştina jinan li dadgehê yekalî tên dîtin, ev jî gelek bi xeter e û wiha got: “Her wiha daneyên ne fermî diyar dikin ku zêdeyî 50 dozên kuştina jinan li dadgehê hene. Niha kuştin ji bûyer bûye diyarde. Bi awayekî dadgeh û ragihandin kuştina jinan bi tometa xwekuştin û kuştina bi navê namûsê vedişêrin.  Ev cureyên tundiyê bandora neyênî li civakê dikin. Li herêma Kurdistanê gelek sedemên kuştina jinan hene. Yek ji wan nebûna perwerdeyek rast di nava malbatê de her wiha girtina çeka bê destûr di malan de. Ev jî pirsgirêkek metirsîdar e û jin di malan de rastî tundiya fizîkî û derûnî tên. Her wiha dozên kuştina jinan ji aliyê mêran ve bi çeka bê destûr li dadgehê tê tomarkirin. Ji ber wê girtina çeka bê destûr di malê de karesatên mezin ên wek kuştina jinan bêyî biçe dadgehê bi xwe re tîne.”

Deşnê Osman Qadir da zanîn ku tundiya dijîtal li dijî jinan tê kirin ev jî wisa dike ku jin neçarî kuştin û xwekuştinê bimînin û wiha domand: “Nebûna sansora li ser medyaya dîjîtal û ragihandinê cureyên tundiyê zêde dibin. Bi awayekî nûçeyên kuştina jinan bi riya ragihandinê, bê sansor bandorê li kesên civakê dike. Her wiha nebûna agahiyên rast di bikaranîna medyaya dîjîtal de û bi awayê hêsan bidestketina teknolojiyê û amûrên dîjîtal, tundiyê zêde dike û metirsî li ser ewlehiya welat, kes û civakê çêdike.”

‘Zagon hene divê werin sererastkirin’

Deşnê Osman Qadir destnîşan kir ku li Iraq û herêma Kurdistanê, zagona hejmar 111 a sala 1969’an, Zagona Ceza ya Iraqê heye ku li dadgehê kar pê tê kirin. Di du madeyan de behsa dozên kuştinê kiriye. Ew jî madeya 405 û 406’e ku tê de behsa kuştina bi zanabûna û hewldana ji bo kuştina kesek ku berê amadekarî jê re dike, dike. Ceza heta cezayê darvekirinê diçe. Lê belê darvekirin, niha hatiye rakirin, tenê ji bo çend bûyeran tê encamdan. Pêwist e ji bo beşek ji kuştinan jî cezayê darvekirinê bê dayîn.”

‘Zagona hejmar 14 a sala 2002’an ji bo nehiştina sûcên bi navê namûsê ye’

Deşnê Osman Qadir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li herêma Kurdistan, hebûna zagona hejmar 14 a sala 2002’an heye ku bi taybetî ji bo nehiştina sûcên kuştina bi navê namûsê ye. Di demeke ku madeya 309’an a cezadana Iraqê behs kiriye, her kesê bi navê namûsê jinek an kesek ji malbatê bikuje, ceza tenê sê sal e, ev jî wisa dike ku kes ji cezakirinê netirse û vê sûcê xwe dubare bike. Lê zagona hejmar 14 a sala 2002’an niha ji bo redkirina wê zagonê heye. Bûye sedema jinavbirina zagona pêşî. Ji ber wê ger jinek bi navê namûsê tê kuştin, cezayê sûcdar ê girtîgehê kiriye heta hetayê yan jî darvekirin. Ev zagon ji bo jin û civaka herêma Kurdistanê cihê kêfxweşiyê ye.”