‘Parastina destkeftiyan bi xweparastinê pêkan e’
Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Destîna Heleb diyar kir ku qada leşkerî, bi pêşengiya jinên azad berfireh û xurt dibe, mînaka wê berxwedana dîrokî ya YPJ’ê ye û got: “Bê parastin kes nikare jiyana bi rûmet û azad bijî.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Duyemîn Şêwra Jinan a bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê Sûriya demokratîk ava bikin” bi tevlibûna hemû rêxistinên jinan, partiyên siyasî, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên rewşenbîr ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê hat lidarxistin. Di şêwrê de jinan fikarên xwe yên derbarê ‘Sûriyeya nû’ ya bi komên cîhadîst ên HTŞ’ê re anîn ziman û destnîşan kirin ku ewê bi tu awayî destkeftiyên xwe yên di nav 13 salên Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de stendine, bernedin.
‘Jin ji bo ku xwe bigihînin xeta azadiyê parastinê esas digirin’
Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Destîna Heleb a beşdarî Şêwra Jinan bû, da zanîn ku parastin ji bo jinan bingeha jiyana azad e û wiha anî got: “Li hemberî êrîşên ku li ser herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, têkoşîn û berxwedana jinan didome. Jin îro di her qadê de ji bo xwe bigihînin xeta azadiyê, parastinê esas digrin. Di civaka me de jin rastî hemû cureyên tundiyê tên. Lewma her jin dikare parastina xwe bike, her jin bi pênûs û kevirê di destên xwe de dikare parastina xwe bike. Parastin ne tenê di xeta şer de, di her warê jiyana mirovan de esas e.”
‘Kes nikare berxwedana dîrokî ya YPJ’ê înkar bike’
Destîna Heleb bal kişand ser berxwedan û şerê dîrokî yê ku şervanên Yekîneyên Parastina Jinê YPJ dimeşînin û axaftina xwe wiha domand: “Kes nikare jinan ji qada leşkerî dûr bixe. Di Şoreşa Rojava de jinan di qada leşkerî de xwe nîşan dan. YPJ’ê li hemberî çeteyên hov ku mînakên xirabiya wan li dinyayê kêm in, şer kir. Jinan di şexsê YPJ’ê de hêz, îrade û rastiya xwe da nîşan dan. Kes nikare lehengiya YPJ’ê ji nedîtî ve bê, ji ber ku têkoşîn û fedakariya YPJ’ê li tevahiya dinyayê deng veda. Di vê pêvajoyê de em nabêjin jin dikarin rol bilîzin, ji ber ku jinan jixwe rola xwe lîstiye. YPJ bi kesan re şer nake, bi hişmendiya ku jinan daye fetisandin û kolekirin re şer dike. Ev êrîş jî, em baş dizanin li hemberî xeta parastinê tên kirin.”
‘Berxwedana dîrokî li bendava Qereqozaqê berdewam dike’
Destîna banga hevgirtina jinan li tevahî jinên Sûrî kir û destnîşan kir ku pêvajo rêxistinbûyîna jinan di qada parastnê de esas digre û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Destkeftiyên çêbûne, bi îradeya jinên azad û rola wan a di qada leşkerî de hat bidestxistin. Di heman demê de îro dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. YPJ li hemberî êrîşan ev 29 roj in têkoşîn û berxwedaniyek dîrokî dimeşîne. Em dibînin ku Wezîrê Parastinê yê Sûriyê daxuyaniyan dide, dibêje ku jin nabe di qada leşkerî de cîh bigrin. Em van gotin û biryaran rexne dikin û wek êrîşên li ser destkeftî û hêza jinan dibînin. Peyama me bi riya vê forumê ev e: Em dibêjin qadeke ku jin tê de ne pêşeng bin, ew qad dê hilweşe. Sîstemek ku jin tê de ne hevserok bin, ew sîstem dê hilweşe. Ji bo wê hebûna jinan di her qadê de serkeftinê misoger dike. Bi taybetî qada parastinê, ji ber ku parastin taybetmendiyek e, bi her zindiyek re heye û bê wê jiyan nabe.”