‘Parastina civaka Êzidî bi parastina Şengalê pêkan e‘
Di herêmê de hinek nakokiyên ku ne li ser esasê lihevkirinê hatine avakirin, ji dîrokê ve hatine çêkirin hene. Îro ev nakokî hîn bi awayeke dijwar xûya dibe. Di rastiyê de ger nakokî pozîtîv bin bi xwe re encamên pir mezin derdixîne holê.
ZEHRA ŞENGALÎ
Navenda Nûçeyan – Di dîrokê de Şengal, di aliyê erdnîgarî de her tim ji bo hêzên navnetewî û herêmî bûye ciheke bi nakok. Li ser erdnîgariya Şengalê di gelek serdemên cuda yên dîrokê de gelek şaristanî jiyane. Herêmeke biçûk e lê, di aliyê siyasî, civakî, çandî û bazirganî de xwedî girîngiyeke stratejîk û gelek taybetmendiyan e. Dema ku em behsa pirsgirêka Mûsilê ya sedsalî bikin, em nikarin beyî Şengalê vê mijarê bigirin dest. Vaye pirsgirêka sedsalî ya Mûsilê wekî girêka ku êdî ji hev çûye, sist bûye û li ser maseya gurên sedsalê tê nîqaşkirin.
Pirsgirêka herêmên nediyar ên wek Mûsil-Kerkûk tên binavkirin
Hêzên ku bûne sedema sedsalek bi şer, nakokî, rijandina xwînê û dijberiya çand, ziman, bawerî, ol û civaka dêsalar derbas bibe îro heman hêz bi feraseta berê lê bi rêbazên nû li ser maseyê rûniştine. Ji wê dîrokê û heta roja îro pirsgirêka Şengalê jî her tim mîna ku navika wê bi Musilê ve girêdayî be hatiye rojevê. Ev herêmên ku jê re tê gotin herêmên bi nakok in, gelo wê di dîzayna nû ya li Rojhilata Navîn de weke xwe bimînin? Ev jî mijarekî lêpirsînê ye. Ji ber ku Şengal jî di nav de ye, niha careke din kevirên li vir têne livandin. Tiştê xûya dibe pêwîstî bi destgirtineke nû heye. Lê em dizanin ku heta vê kêliyê jî pirsgirêka herêmên nediyar ku weke Mûsil-Kerkûk têne destnîşankirin, wê hîn jî li herêmê gelek serêşiyan bi xwe re bînin. Her çiqas di hin deman de van pirsgirêkan xwe ji bêdengiyê re danîbin jî, ji ber ku bi temamî nehatiye çareserkirin, dema ku valahî dibîne careke din xwe nîşan dide.
‘Îran û Tirkiyê jî berdewama heman xeleka nakokiyan in’
Di sala 2014’an de bi fermana hêzên navnetewî û herêmî ji valahiya vebûbû çeteyên DAIŞ’ê ajotin ser civaka Êzidî. Em li vir dîsa dikarin gotina Rêber Apo bi bîra xwe bixînin ku dibêje; ‘Em di destpêka dîrokê de, dîrok di roja me de veşartiye.’ Rewşa li şengalê niha diqewime ger ku em tenê bi rojaneya îro ve bibînin û hewl bidin fêm bikin, wê rotaya me şaş bibe. Nakokiya li ser Musil-Kerkûkê bi temamkirina sedsaliya Lozanê re îro bi şerên herî giran ve hatiye kûrkirin. Ev nakokî bûne sedem ku rêjîmên di encama vê nakokiyê de hêza dewletê bi dest xistin û gel perçiqandin, yek bi yek bên hilweşandin. Vê hilweşandinê ji Îraq û Efganîstanê destpê kir heta Tunis, Misir, Lîbya, Sûriyê anî. Niha jî li Îranê îhtîmala ku viya berdewam bike pir zêde ye. Di dema ku min dest bi vê nivîsê kirî de nûçeyên lezgîn yên li ser şerê di navbera Îsraîl-Îran de derbas dibin. Wê ev şer û êrîş bi xwe re çi bîne di rojên pêşiya me de wê diyar bibe. Lê Îran û Tirkiyê jî berdewama heman xeleka nakokiyan in.
Guhartina nakokiyên pozîtîv-negetîf navbera dewlet û civakê vekir
Em hineke din berê kadraja xwe, bidin geşedanên siyasî-dîplomatîk û leşkerî yên di herêmê de diqewimin, em ê baştir nêzî destgirtina rast a metirsiyên li dijî Şengalê têne behskirin bibin. Di herêmê de hinek nakokiyên ku ne li ser esasê lihevkirinê hatine avakirin ji dîrokê ve hatine çêkirin. Îro ev nakokî hîn bi awayeke dijwar xûyanî dibe. Di rastiyê de ger nakokî pozîtîv bin, bi xwe re encamên pir mezin derdixîne holê. Lê ger ku nakokî negatîf bin ji bilî şer, talan, qirkirin, kuştin û dagirkeriyê tiştekî din nayne. Tevî ku di dîroka vê herêmê de nakokiya pozîtîv her tim pêşî li pêşketina mirovahiyê vekiriye jî, di roja îro de mîna çekeke jehirkirî ketiye destê hêzên dewletdar. Mesafeya ku bi qasî erd û ezman di navbera civak û dewletê de çêbûye, encama cih guhertina nakokiya pozîtîv-negatîf e. Di jiyana rojane ya civakê de ev nakokî ewqas xwe li ser vê rastiyê çêkiriye, kêliya ku tû dest dide mîna giloka berfê mezin dibe. Ev jî di encama bikaranîna argûmanên weke olperestî, zayendeperestî, netewperestî û zanistperestiyê de şêwe girtiye.
‘Bîra civakekê di jiyana wê de veşartiye’
Civaka Êzidî jî, yek ji civaka herî zêde bûye maxdûrê vê nakokiyê ye. Nakokiya negatîf a di navbera civakan de kûr bûye, her tim di xwe de dijminahî û hevdû kuştinê hewandiye. Îro civak encamên viya bi bedêlên pir giran dide. Civakên ku xwe qanih kirine, bi bûyîna xwedî dewletê re hatine rizgarkirin, di roja îro de ew civakana bedêlên herî giran didin. Civakên mîna civaka Êzidî li cihê xwe, bi parastina hebûna xwe re dema heyîna xwe ava kiriye. Lê civakên ku xwe bi vî rengî parastine, careke li hemberî dewletê û carekê jî li hemberî civakên ku xwe bi dewletê re rizgar dîtine, êşên giran jiyane. Civaka Êzidî yek ji wan civakan e ku êşên xwe wiha bi nav dike. Em dema ku bandora vê rastiyê, li ser civakên ku bi darê zorê ev hişmendî hatiye barkirin dahûrînin, em nikarin behsa derûniyeke nehatiye tirsandin bikin. Em, nikarin behsa hesteke heskirina hevpar û kolektîf ya bê cudaxweziyê di navbera civakan de bikin. Bîra civakekê di jiyana wê de veşartî ye. Ew bîr çiqas bi hêz hatibe parastin, ewqas dikare pêşiya xwe bibîne. Carna jî berovajî dibe, ew bîr dibe sedem ku ew civak dev ji xwe berdin û ji hemû xeteriyan re bibe zemîna birîn û êşên herî giran. Ev rastî pir sotîner be jî, di dema fermana 2014’an de civaka Êzidî rewşeke wiha jiyan kir.
Niha her ku diçe rewş aloztir dibe. Êdî qonaxa şerê cîhanê yê sêyemîn bi ketina sala 2026’an re derbasî demeke cuda bû. Rastiya vê yekê jî li Sûriyeyê xwe nîşan da. Bi taybetî piştî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê û şûnde cihê destpêkê metirsî li ser hat avakirin, qada Şengalê bû. Her kesî digot wê ev êrîşên komên çete û cîhadîst berbelavî xaka Îraqê bibin. Ew metirsî hîn jî bi her awayî hebûna xwe diparêze. Her çiqas ev gefên êrîşan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatibin xwarin jî, rewşa li Îraqê heyî hîn kûr û berferehtir e. Ev gefên ku îşaret bi hin planên nû dike, ne ji xwe ber têne kirin. Lê li hemberî van êrîş û gefan civaka Êzidî bi hemû aliyên xwe ve ket nava liv û tevgerê. Bêguman bi van daxûyanî û gefan re li ser erd jî hin liv û tevgerên ku van metirsiyan piştrast bikin çêdibin. Di rewşa aloz de aliyên ku dixwazin ji viya sûd bigrin hene. Aloziya li Îraqê ne bi van êrîşên dawî ve çêbû. Demeke dirêj e li Îraqê di aliyê siyasî û ewlehî de nakokiyên cidî hem naxweyî û hem jî yê li hemberî destwerdanên ji derve de hene. Ev rewş niha hatiye di cihekî de asê maye. An wê ev rewş Îraqê hîn zêdetir ber bi xetimandinê ve bibe an jî wê alî û berpirsên Îraqê demildest dest bidin vê rewşê û pêşî li kûrkirina alozî û xetimandina heyî bigrin. Gelo hêz û aliyên ku di siyaseta Îraqê de viya bikin hene an ne? Ev jî cihê nîqaşê ye.
‘Hewildanên tinekirin û marjînalkirinê yên li ser Şengalê bi dijbertiya Hêzên Parasinê pêk hat’
Niha li Şengalê çi diqewime? Û sedemên ku rê li pêşiya metirsiya êrîşên nû yên li dijî Şengalê vekiriye çima careke din hat zindîkirin? Ez dibêjim hate zindîkirin, ji ber ku ne rewşekî hema ji nişka ve ye. Aloziya di navbera Şengal û Îraqê de ne ku ji nişka ve derkete holê. Ev pirsgirêk ji dema fermanê ve ango ji sala 2014’an ve destpê kiriye û heta roja îro berdewam e. Qonaxa wê ya duyemîn jî bi awayeke fermî bi peymana di 9 Cotmeha sala 2020’an de ku di navbera Bexda, Hewlêr û Enqerê de hate mohrkirin destpê kir. Ji derveyî viya, ji xwe gelek caran nakokî hatin rewşeke bi pevçûn. Lê cardin ev nakokî ne bi temamî hatin çareserkirin ne jî her tim di rewşek pevçûnê de bûn. Her çiqas di raya giştî de dewleta Tirk bi awayeke aşkera di her fersendê de gefan li Şengalê bixwe jî, dewleta Îraqê jî di nav heman hevkariyê de ye. Bi taybetî li dijî hêzên parastina Êzidxanê hewldaneke pir taybet a li ser esasê tinekirin, marjînalkirin an jî bi temamî ji holê rakirin li pêş e. Çima bi taybetî li ser hêza xweparastinê sekinandin çêdibe, ev jî cihê fikaran e! Ji ber ku hemû dewletên herêmê jî zordariya xwe bi rêya vê mekanîzmayê li ser civakan pêk tînin. Bêgûman ev, ji hişmendî û zihniyeteke pir kûr çavkaniya xwe digre.
‘Jina Êzidî di pêşxistina van herdu taybetmendiyan de bûye hêza pêşeng’
Tiştê herî girîng û tê meraqkirin jî, helwest û sekna civaka Êzidî wê li hemberî metirsiyên derketiye holê çi be. A ku mirov herî zêde divê guh bide jî, ev rastî ye. Civaka Êzidî di nava 11 salan de ji aliyê polîtîk û ewlehiyê ve hişyareke cidî jiyan dike. Bi taybetî jî jinên Êzidî di pêşxistina van herdu taybetmendiyan de bûne hêza pêşeng. Jinên Êzidî li hemberî celadên vê serdema ku Rêber Apo di manîfestoyê de weke ‘Kûjerê Kastîk’ pênase dike de, bingehê çandeke berxwedanê ya bi hêz avêtin. Jinên Êzidî wê di vê hebûna xwe de îsrar bikin. Ji bo ku ev xweparastina hebûnê mayînde bibe dibe ku 11 sal ne têrker biny lê ne demekê hindik e jî. Her çiqas beşeke enerjiya civaka Êzidî û bi taybetî jinên Êzidî di nava 11 salan de bi dermankirina birînên fermanê hatibe xerckirin jî, ev nabe sebeb ku rastiya hatiye avakirin neyê dîtin. Civakek dema ku bighîje sînorên dawî yên windakirinê û bikaribe careke din jê vegerê, divê her kes bizanibe wê nikaribe bi rihetî hesabên xwe li ser wê civakê bike. Em hemû bûne şahid ku di sala 2014’an de civaka Êzidî ji ber kendaleke bê binî vegeriya. Viya jî pir bi rihetî nehat çêkirin. Ger hêzeke mîna hêza Rêber Apo tineba, ne pêkan bû ev civak ji wê rastiya li ber ketina ji kendalê vegeriyaba.
‘Parastina civaka Êzidî bi parastina Şengalê pêkan e’
Qonaxa niha ku civaka Êzidî tê re derbas dibe, êdî xwedî vê taybetmendiyê ye. Di demeke ku herêm di nav şereke pir kûr û dijwar derbas dibe de, li ser civaka Êzidî ferzkirina bêparastinê, xwekuştin e. Windahiyeke heta hetayî ye. Ji ber ku parastina civaka Êzidî bi parastina Şengalê pêkan e. Ji bo ku civaka Êzidî hebûna xwe di xweparastinê de mîsoger bibîne û nekeve şaşiyê erkên ku divê pêk bîne hene, yekîtî, îtîfaq û hevgirtina civakî ya navxweyî. Di vê demê de eger ku ev erk bicih werin, wê civaka Êzidî hebûna xwe bike bin ewlehiya cewherî ya xwecihî û statûya xwe mîsoger bike.