'Parastina çanda Filistînê çeka têkoşîna ji bo nasnameyê ye'
Samîra Wezîr a ku beriya pêncî salan ji bajarê xwe Xezayê hatiye Bingaziyê, diyar kir ku parastina çanda Filistînê, di têkoşîna ji bo nasnameyê de çekek e û got ku wê zarok û neviyên xwe jî hînî vê mîrasa çandî kiriye.

ÎBTÎSAM AXFÎR
Bingazî – Jinên ku di hemû serdemên dîrokê de civakbûyînê parastine, di heman demê de bi parastin û gihîştandina mîrasa civakî, berpirsyariyek mezin dane ser milên xwe. Samîra El-Wezîr jî yek ji wan e.
Samîra El-Wezîr a Filistînî di sala 1972’an de ji Xezayê hatiye bajarê Bingaziyê ku duyemîn bajarê mezin ê Libyayê ye ji m re axivî û behsa hezkirin û parastina nirxên çandî yên welatê xwe yê ku her dem di nava şer û krîzan de bûye kir.
'Dûrketina ji axa xwe gelek zehmet e'
Semîra El-Wezîr bîranînên xwe yên li welatê xwe bi van gotinan vedibêje: "Piştî ez zewicîm, bi malbata xwe re hatim Lîbyayê. Min li Xezayê min xwendina xwe ya amadehî bi dawî kir. Pêvajoya zewacê û koçberiyê gelek bi pirsgirêk bû. Bi taybetî dûrketina ji axa xwe û jiyana li welatekî cuda dûrî adet û kevneşopiyên mirovan e, gelek zehmet e. Tevî van zehmetiyan ez dikaribûm bi civaka Lîbyayî re bijîm. Gelê Lîbyayê gelek ji min hez kir û bi kêfxweşî min pêşwazî kir. Wan deriyên xwe ji min re vekirin û ez yek ji xwe hesibandim. Ew êdî bûn parçeyek ji jiyana min. Her wiha xwendin ji bo min jî ne tenê fêrbûn û agahdarî te, ew di avakirina kesayet û pêşxistina wê de gelek rol dilîze."
Nasnameya Filistînê di nava civaka Lîbyayê de diparêze
Tevî ku Semîra El-Wezîr bi salan e li Bingaziyê dijî nasnamya xwe ya Filistînî winda nekiriye û dibêje ku koçberbûn ne tenê wateya dûrbûnek erdnîgarî, hesteke wisa ye ku her mirov pê re dijî. Semîra ferqa di navbera koçberbûna li welatên Ereb û yên biyanî de wiha pênase dike: "Tevî zehmetiyên koçberiyê û dûrbûna ji axa xwe ya resen jî dîsa koçberbûna di nava welatên Ereban de ji ya welatên biyanî baştir e. Em dikarin bi hêsanî ji zimanê hev fam bikin û fêrî adetên hev bibin. Vê yekê hişt ku ez xwe ji civaka Lîbyayî bihesibînim û hîs bikim ku nêzî welatê xwe me. Xurtkirina têkiliyên malbatî di nava civaka Lîbya û Filistînî de tê wateya bişaftinê di warê hebûna xwe de. Divê her kes parastina nasnemeya xwe di civakên din de bike."
Semîra El-Wezîr destnîşan kir ku ew parastina mîrat û çanda civaka Filistînê dike û wiha domand: "Min di nava malbata xwe de çanda Filistînî her dem zindî dikir, zarokên xwe fêrî çand û mîrateya civaka Filistînê dikir. Ji ber ku parastina nasnameya Filistînê erka me hemûyan e. Tevî hewldanên çewisandina dîroka Filistînî parastina wê bûye parçeyek ji têkoşîn û berxwedanê. Di mîrasê de her hûrguliyek biçûk di şerê nasnameyê de çekek e."
'Filistîn a me ye û dê ya me bimîne'
Semîra El-Wezîr diyar kir ku ji bo piştevaniya gelê Xezayê di nava şerê ku rû daye de di nava têkoşîn û xebatê de bûye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Dûrbûna min ji Xezayê, nebû bend. Min di însiyatîfên femînîst de cih girt û alîkariya gelê xwe kir. Tevî astengiyên ku di encama şer de derketine jî berxwedan, sekn û tekoşîna jinên Filistînî mezintir bû. Ev jî tê wateya ku Filistîn tu carî namire û dagirkerî nikare bi hewldanên xwe, dîroka herêmê biçewisîne û rastiya biguherîne. Me Filistînê bi kêfa xwe neterikand, em herin ku derê bi me re ye. Filistîn dê ya me bimîne."