‘Parastin erka me hemûyan e’
Rêvebera Hêza Parastina Civakê ya Kantona Cizîrê Mizgîn li dijÎ êrişan bal kişand ser ruhê seferberiyê ya li herêmê xurt e û got: “Parastina civakê erka me hemûyan e, divê em bi seferberiyê xwedî li axa xwe derkevin.”
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo- Ji 7’ê Kanûnê ve êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wêyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Digel ku şervanên YPJ, QSD û YPG li enîyên pêş ên berxwedanê rê nadin dagirkeriyê, gel jî li ser bingehê Şerê Gel ê Şoreşgerî taxên xwe diparêze.
Rêveberiya Hêza Parastina Civakê ya Kantona Cizîrê Mizgîn Hesen têkildarî ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî ku li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe nîşan dide û ji aliyê jinan û gelan ve parastina taxên xwe axivî.
‘Miletê bajarê Minbicê daxwaza Hêzên Sûriya Demokratîk dikin’
Mizgîn Hesen qala êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Wek tê zanîn di 27’ê Mijdarê de êrîşên giran li ser Til Rifet û Şehbayê çêbûn û miletê wê derê koçber bûn. Di dema koçberiyê de rastî gelek kiryarên tundî, destdirêjî û kuştinan hatin. Her wiha di 7’ê Kanûnê de jî êrîşên pir giran li ser bajarê Minbicê, Bendava Tişrînê û Pira Qere Qozaxê hat kirin. Bi êrişan re seferberî hat ragahinadin.”
‘Jin û mêr mil bi mil parastina tax û bajaran dikin’
Mizgîn Hesen bal kişand ser kar û xebatên xwe û wiha berdewam kir: “Ji bo ku em jî wek Hêzên Parastina Civakê parastina Kantona Cizîrê bikin û herêma me bi ewle be, em gelek kar û xebatan dimeşînin. Em ji bo hişyarkirina xelkê xwe gelek semîner û perwerdeyan didin. Bi riya van perwerde û semîneran miletê me ketiye wê baweriyê ku herkes taxa xwe, bajarê xwe biparêze. Di kantona Cizîrê de jin û mêr mil bi mil parastina taxan û bajaran dikin, ji bo ku herêma me bi ewle be. Di her Komînek de komîteyên me yên parastinê hene, di wan komîteyan de tîm hatine avakirin. Ji bo ku bişev û roj bigerin, dema ku li taxê kesek xerîb dîtin bala wan bikşîne, yan dizî û tevlîhevî di wan taxan de çênebe. Li cîhên rêjîm yên ku piştî ketina Esad ketin destê me jî, parastin tê kirin. Ji her alî de me milet hişyar kiriye ku parastina herêma xwe bike.”
‘Werin em bi hev re parastina bajarê xwe bikin’
Mizgîn Hesen bang kir ku her kes divê her kes di vê pêvajoyê de li ser bingehê ruhê seferberiyê parastina taxên xwe bike û wiha bi dawî kir: "Gerek her kes bibe endamek Hêzên Parastina Civakê. Ji 7 salî heya 70 salî. Ji ber ku îro roja parastina herêmê ye û gerek em li ser bingeha seferberiyê tevbigerin. Her mirovek li gor temenê xwe çi erkek bidinê, de çi ji milê agahiyan, parastin û xwarinê de herkes dikare tiştekî ji herêma xwe re bike. Em dibêjin çi jin û mêr, werin em bi hev re mil bi mil parastina bajarê xwe bikin.”