Pakistanê li dijî Efganistanê ‘şerê aşkera’ ragihand

Pakistanê li dijî Efganistanê şer ragihand. Hate diyarkirin ku li Kabilê êrîşa hewayî du saetan dom kiriye û hejmarekîw zêde dengê teqîn û çekan hatiye bihîstin.

Navenda Nûçeyan- Paytexta Efganistanê Kabîlê û bajarên Qendeharê, di saetên serê sibê yên 27’ê Sibatê de ji aliyê Pakistanê ve bi hewayî hatin bombebarankirin.
Di şer û pevçûnên li ser xeta Durandê de ji her du aliyan gelek kes hatin kuştin. Her du aliyan jî îdia kir ku noqteyên kontrolê bi dest xistine.
Rageşiya di navbera Efganistan û Pakistanê de veguherî şer û pevçûnan. Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khavaja Muhammed Asif têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da.

Li dijî Efganistanê şer ragihand

Khavaja Muhammed Asif, ragihand ku ew bi awayekî aşkera bi Efganistanê re di nava şer de ne. Khavaja Muhammed Asif, diyar kir ku êdî sebra rêveberiya Îslamabadê nemaye û wiha got: Pakistanê, ji bo rewşa heyî di astekî asayî de bigre xebatên dîplomasiyê kir, lê belê Talîbanê Efganistan veguherandiye koloniyeke Hindistanê.” Asif, got ku êdî sebra wan nemaye û li dijî Efganistanê şer ragihand.

Şer çawa dest pêkir?

Li tevahiya Xeta Durandê ku weke sînorê her du welatan tê zanîn, şer û pevçûn rû dan. Her du aliyan jî îdia kirin ku windahiyên aliyê din hene.
Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê Attaullah Tarar, li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku di operasyonan de 72 Efgan hatine kuştin û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûne. Attaullah Tarar, got ku 7 noqteyên leşkerî hatine bidestxistin, 16 noqte û 36 tank, topavêj û wesayîtên zirxî hatine îmhakirin.

Li gorî nûçeya Tolo Newsê; Cîgirê Berdevkê Rêveberiya Efganistanê Hamdullah Fitrat îdia kir ku di operasyonên wan de 55 leşkerên Pakistanê hatine kuştin. Fitrat, diyar kir ku cenazeyên 23 leşkeran û gelek çek hatine bidestxistin, biryargeh û 19 noqteyên kontrolê yên artêşa Pakistanê hatine bidestxistin.