Li Kampa Holê 16 DAIŞ'î hatin girtin
Operasyona ewlehiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê di roja xwe ya duyem de didome. Di du rojan de 28 kesên bi guman ji wan 16 kes danûstandinên wan bi şaneyên DAIŞ'ê re hene û di nav de jin jî hebûn hatin girtin.

Hesekê- Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ên herêam Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh di 18'ê Nîsanê de operasyonek ewlehiyê li kampa Holê dan destpêkirin. Ev operasyon jî li ser esasê agahiyên rasterast der barê hebûna şaneyên rêxistinkirî yên DAIŞ'ê li hundir û derveyî kampa Holê ku hewl didin ewlehî û aramiya kampê û derdora wê têk bibin, pêk hat.
Operasyon di roja yekem de beşa jinên koçber a ku beşa herî xeternak e di kampê de hedef girt. Di vê beşê de jin û zarokên ji neteweyên biyanî û ji malbatên DAIŞ'ê hene. Her wiha di roja duyem de jî beşa koçberên Iraqî hedef girt. Di nava her du rojan de 28 kesên bi guman hatin girtin. Di lêkolînan de eşkere bû ku 16 kes di nava danûstandinên bi şaneyên DAIŞ'ê re li hundirê kampê hene ku di navbera wan de jin jî hene.
Ev operasyon li ser hewldanên dubare yên vê dawiyê yên şaneyên DAIŞ'ê ji bo derxistina malbatan bi qaçaxî ji kampa Holê û her wiha îsbatkirina bûyerên gef û êrîşan li dijî niştecihên kampê, hat li darxisitin.
'Şaneyên DAIŞ êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê ji xwe fersend dîtin'
Ji roja duyem a operasyonê de ji Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Helat Remedan Muhemed wiha got: "Ev operasyon li ser bingeha bidestxistina hinek agahiyan der barê zindîkirina şaneyên DAIŞ'ê di hundirê kampê de, hat destpêkirin. Ev operasyon jî domandina sê operasyonên berê ne. Şaneyên DAIŞ’ê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe di nava kampê de bi rêxistin bikin, bi kar anîn. Li kampê bûyerên ku malbatên DAIŞê bi qaçaxî derdiketin derve çêbûn her wiha kuştin û kiryaran jî li kampê rû dan. Ev jî bû sedem ku em dest bi vê operasyonê bikin."
'Divê malbatên DAIŞ’ê vegerin welatên xwe'
Helat Muhemed destnîşan kir ku di roja destpêkê ya hemleyê de di beşa jinên koçber de bêîtaetî, bertek û avêtina keviran ji aliyê jinên DAIŞ’ê ve rû da û wiha axivî: "Divê malbatên DAIŞ'ê yên ku ji welatiyên biyanî ne vegerin welatên xwe. Em bi wan welatan re ji bo vegerandina van malbatan di nava hewldan û lêkolînê de ne. Ev operasyon jî dê bidome heta ku hemû kamp were paqijkirin."
Li gorî bîlançoyên rêveberiya kampa Holê 53 hezar û 323 kes li kampê dimînin. Di nav wan de 13 hezar û 124 ji Iraqê ne, 15 hezar û 805 ji Sûriyeyê ne û 6 hezar û 385 kes jî ji malbatên DAIŞ'ê ne û ji 42 neteweyên biyanî ne.
'Em ji bo têkbirina DAIŞ’ê di nava lêgerîn û xebatê de ne'
Endama Hêzên Operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Evêsta Ebdullah jî bal kişand ser armancên operasyonê û wiha axivî: "Di van du rojan de em beşdarî operasyon, serdegirtin û lêgerînan bûn. Em tedbîrên xwe yên ewlekariyê di dema komkirin û operasyonên lêgerînê de digrin. Ji ber ku malbatên DAIŞ’ê xwedî zîhniyeteke êrîşkar in, ev yek ji bertekên wan diyar dibe. Keviran davêjin, bi dar û tiştên din êrîş dikin lê ev yek wê ji berdewamiya operasyonên me yên ewlekariyê re nebe asteng. Ji bo rêgirtina li zindîbûna DAIŞ'ê, ji ber ku ew metirsiyek e li ser herêmê; em ê di nava lêgerîn û xebatan de bin. Zarokên DAIŞ’ê di hundirê kampê de li ser bîrdoziya tundrew tên perwerdekirin."