Odeyên Lezgîn li Sûdanê sembola hêvî û berxwedanê ne

Di rewşa jiyanî ya zehmet û ewlekariya tevlihev de komek ji dilxwazan li Sûdanê li herêmên ku şer li wan hene dixebitin û ji bo xilaskirina welatiyan jiyana xwe dixin xeterê.

MEYSA EL-QADÎ

Sûdan - Gelek mirovên dilxwaz li Sûdanê û ji derveyî wê di ‘odeyên lezgîn’ de çalak in û xizmetê ji welatiyan re dikin. Peymangeha lêkolînên aştiyê ya li Osloyê ragihandibû ku wan xwe weke namzed nîşan dane û weke sembola hêvî û berxwedanê li Sûdanê dixebitin.

Weke yek ji înisiyatîfên ciwanan ên çalak di rewşa zehmet a Sûdanê de komek ji ciwanên ku li herêmên bi nakok û derveyî wê dimînin heta li derveyî Sûdanê jî di navbera hev de alîkariya welatiyan dikin û valahiya ku şer li pey xwe hiştiye dadigrin. Ciwanên çalakger xwe gihîştandin bi hezaran kesan û alîkariya wan kirin.

Ji dema ku li Sûdanê şer dest pê kiriye ve heta niha dilxwaz li odeyên lezgîn kar dikin. Ava paqij û xwarinê bi riya metbexên xwecihî li taxên naskirî bi navê "El Tekaya" peyda dikin. Piraniya welatiyên ku li herêmên bi pevçûn mane xwe dispêrin wan. Ciwan di komîteyên lezgîn de jî di xilaskirina bi deh hezaran kesan ji herêmên bi pevçûn de û peydakirina navendên stargehan û alîkariya ji bo wan bi ser ketin.

‘Piştî şerê li Sûdanê odeyên lezgîn hatin avakirin’

Her wiha odeyên lezgîn di warê danûstandina bi rewşên tundiya zayendî û binpêkirinan de jî dixebitin. Hinek dilxwazan ji ber karê zêde jiyana xwe ji dest dane.

Ji Buroya Ragihandinê ya odeya lezgîn Tibyan Fethî got: "Odeyên lezgîn piştî şerê li Sûdanê dest pê kir hatin avakirin. Ode weke cureyek bersiva lezgîn ji pirsgirêkan re bû. Alîkariyên mirovî û xwarinê ji xelkên bajêr ên heyî re hatin pêşkêşkirin ji wan re baldariya tenduristî derûnî madî û piştgiriya civakî jî hat dayîn. Ode bi riya avakirina buroya jinan di pêşkêşkirina alîkariyan de jî alîkar e ji ber pêdiviyên jin û zarokan peyda dike û cihekî bi ewle mîna werşeyên piştgiriya derûnî û perwerdeya ji bo karên destan û yên ji bo zarokan peyda dike."

Der barê zehmetiyên li pêşiya buroyê derketin de wiha anî ziman: "Zehmetî hebûn. Torên pêwendiyan qut bûn ji ber wê berhevkirina pêdiviyan zehmet bû. Di encamê de komkirina agahiyan der barê daxwazên vî beşî de ji me re zehmet bû. Vê yekê jî bandoreke neyînî li jiyana welatiyan dikir."

‘Diviyabû xelatê bidana kesên ku di odeyên lezgîn dixebitin’

Der barê namzediya odeya lezgîn ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2024’an ji aliyê peymangeha lêkolînên aştiyê ve li Osloyê weke sembola hêvî û berxwedanê dihat naskirin jî Tibyan Fethî got: "Li gorî me xelatkirin û xelat divê yekser ji bo kesên di odeyên lezgîn de kar dikirin bûya. Ji ber ku di rewşên zehmet de kar dikin û jiyana xwe ji bo saxlemiya welatiyan feda dikin. Em bi hêvî ne keda me bi awayeke baş berdewam bike ango pirsgirêk biqedin jî bidome. Em ê karê xwe di pêşkêşkirina alîkariyan de berdewam bikin."