NY: Xirbeyên li Xezayê ji Ukraynayê zêdetir in

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku xirbeyên li Zîvala Xezayê ji Ukraynayê ya ku zêdetirî 2 sal in şer lê didome, zêdetir in. Tê texmînkirin ku li Xezayê di bin xirbeyan de zêdetirî 800 hezar ton asbest heye.

Navenda Nûçeyan - Serokê Bernameya Serwîsa Karên Mayinan a Neteweyên Yekbûyî (UNMAS) Mungo Birch der barê bermahiyên ku di encama êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Xezayê berdewam dikin de derketine, daxuyanî da.

‘Li Xezayê ji Ukraynayê zêdetir xurde hene’

Mungo Birch destnîşan kir ku ji nîvê meha Nîsanê û vir ve li Zîvala Xezayê bi tevahî 37 milyon ton xirbeyên ku ji serê metrekare 300 kîlogram pêk hatiye û wiha got: "Li Xezayê ji Ukraynayê zêdetir xirbe hene. Dema ku em vê yekê bidin ber çavan, xeta pêşîn a Ukraynayê bi qasî 1000 kîlometre dirêj e, ya Xezayê 40 kîlometre dirêj e.”

'Xetere bi cebilxaneyên neteqiyayî re sînordar nîne'

Mungo Birch diyar kir ku metirsiya paqijkirina xirbeyên li Xezayê tenê bi cebilxaneyên neteqiyayî re sînordar nîn e û her wiha bal kişand ser îhtîmala ku bi madeyên jehrî yên wekî asbestê re rû bi rû bimîne. Mungo Bîrç destnîşan kir ku li Xezayê zêdeyî 800 hezar ton asbest di xirbeyan da hene û wiha got: "Ev xirbe bi îhtîmaleke mezin bi cebilxaneyên neteqiyayî ve gemarî ye, lê ji ber metirsiyên din ên di xirbeyan de wê paqijkirina wê aloztir bibe."

'Wê pêdivî bi zêdetirî 100 milyon dolar hebe’

Mungo Birch da zanîn ku ew ê tedbîrên xwe li hemberî cebilxaneyên neteqandî û kîmyewî yên ku penceşêrê çêdikin bigrin, Mungo Birch got ku wan niha ji bo paqijkirina Xezayêyê 5 milyon dolar lê ji bo 12 mehên pêş, 40 milyon dolar, ji bo paqijkirina giştî ya ku dê ji bo nifûsa Xezayê ewle be 100 milyon dolar bêtir pere hewce bike.