NY sûcên şer ên li gundewarên Kobanê lêkolîn dike

Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku li ser sûcên şer ên li gundewarên Kobanê li dijî welatiyan hatine kirin lêkolînê dike û da zanîn ku hê jî 160 hezar kes di rewşa koçberiyê de ne.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dûjarrîc ku bersiva pirsên rojnamegeran da, bal kişand ser êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ'ê û Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan. Stephane Dûjarrîc, anî ziman ku li gel tevgera leşkerî kêm bûye jî qeyrana mirovîn kûr dibe û nêzî 160 hezar kes hê di rewşa koçberiyê de ne.

‘Hê jî 160 hezar kes di rewşa koçberiyê de ne’

Stephane Dûjarrîc, daxuyand ku li gorî daneyên ji yekîneyên NY`ê hatine girtin piştî Peymana 30`ê Çileyê li bajarên Heleb, Hesekê û Reqayê ligel kêmbûna şîdeta pevçûnan jî hê koçber venegeriyane malên xwe û ev agahî dan: “Hê jî 160 hezar kes di rewşa koçberiyê de ne. Ji bo gihandina alîkariyan pêşketin heye lê tunebûna cereyanê pergala belavkirina avê têk dibe. Xetên telefonê girtîne û pirsgirêka herî mezin jî derfetên xurekan gelek kêm in. Perwerde jî bi tevahî sekiniye.”

‘Em li ser van angaştan radiwestin û rewşê dişopînin’

Li ser pirsa; “Li zêdetirî 70 gundên Kobanê talan û wirankirina malan heye” Stephane Dûjarrîc ev bersiv da: “Em li ser van angaştan radiwestin û rewşê dişopînin. Ez bawer im hebûna NY’ê ya li herêmê dê alîkariya parastina sivîlan bike. Her wiha me hinek mekanîzmayên ku sivîl şahidiyên xwe vebêjin jî ava kirine.”