NY: Li Xezayê bombebaran û nebûna xizmetên esasî êşa sivîl û koçberan girantir dike

Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa mirovî ya xirab a li Xezayê de hişyariyan da û diyar kir bûyerên ewlehiyê yên li nêzî "Xeta Zer" alîkariyan asteng dikin, bombebaranên berdewam û nebûna xizmetên bingehîn êşa sivîl û kesên koçber girantir dikin.

Navenda Nûçeyan- Rewşa mirovî ya xirab a li Xezayê bûye pêşîniyek sereke û xetereyên ku gef li sivîlan dixwin zêde dibin. Bombebaranên berdewam, xizmetên bingehîn ên nebaş û astengiyên operasyonên alîkariyê, nahêlin ku rêxistinên mirovî mudaxeleya qeyrana kûr bikin.

Neteweyên Yekbûyî, di daxuyaniya xwe ya 25’ê Sibatê de diyar kir ku bûyerên ewlehiyê yên dubare yên li nêzî "xeta zer" a li Xezayê, xetereyên ji bo sivîlan zêde dikin û hewlên alîkariyê asteng dikin. Hat ragihandin ku nêzî 18 hezar û 500 zarok hewceyî tahliyekirina bijîşkî ya bilez in.

Ajansên Neteweyên Yekbûyî, diyar kirin ku bûyerên berdewam ên li herêmê dibin sedema mirina sivîlan û bandorek neyînî li ser çalakiyên mirovî dikin.

Her ku bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezayê zêde dibe, rewşa mirovî bi lez xirab dibe. Rawestandina operasyonan di serî de World Central Kitchen ji aliyê hinek rêxistinên alîkariyê ve, fikarên kesên ji cih û warên xwe bûne zêde kir. UNRWA’yê, destnîşan kir ku parastina sivîlan û mîsogerkirina gihandina bi ewle ya alîkariyan pêşîniyên lezgîn in.

Di êrîşan de, li deverên cuda yên Xezayê bi dehan sivîl mirin û gelek jin jî birîndar bûn. Rojhilatê Xezayê û Xan Yûnis pir zêde hatin hedef girtin.

UNRWA’yê, diyar kir ku parastina xebatkarên alîkariya mirovî û ewlehiya tesîsan ji bo berdewamiya xizmetên bingehîn pêwîst in û tevî zehmetiyan jî ew operasyonên xwe didomîne.

World Central Kitchen jî, ragihand ku wan ji roja Înê û vir ve operasyonên xwe yên li Xezayê heta agahdariyeke din rawestandiye û got ku ev rewş zexta li ser mirovên koçber zêde dike.

Hejmara windahiyan zêde dibe

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ragihand ku di 24 saetên dawî de 9 cenaze anîne nexweşxaneyan û 4 birîndar jî hatine veguhestin. Ji dema agirbestê ve hejmara giştî ya kesên jiyana xwe ji dest dan bû 618 û hejmara birîndaran jî bû hezar û 663.

Ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve hejmara giştî ya kesên jiyana xwe ji dest dan jî bû 72 hezar û 82 û hejmara birîndaran jî bû 171 hezar û 761. Her wiha hat diyarkirin ku gelek kes hê di bin kavilan de ne.