NY: Li Sûdanê piştî pevçûnên sê salan 9 milyon kes bêwar in

Sûdan îro mezintirîn krîza bêwarbûnê li cîhanê temsîl dike. Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku ji bilî 9 milyon kesên ku di hundirê welêt de bêwar in, 4.5 milyon penaberên Sûdanî li derveyî welêt in. NY’yê tekez kir ku krîza mirovî her ku diçe kûrtir dibe.

 Navenda Nûçeyan – Bi têkçûn binesazî û xizmetên bingehîn û berfirehbûna pêdiviyên lezgîn ên di nav nifûsê de, Sûdan rastî zêdebûneke bê mînak a krîza mirovî tê. Rêxistinên alîkariyê ji ber ku rewşa mirovî her roj aloztir dibe, di gihîştina kesên ku ji vê krîzê bandor bûne de bi dijwariyên zêdetir re rû bi rû dimînin.

Sûdan bi krîza mirovî ya xirab re dijî

Neteweyên Yekbûyî duh, diyar kir ku Sûdan hê jî krîza herî mezin a koçberiyê ya dinyayê dijî û destnîşan kir ku herî kêm 4.5 milyon Sûdanî li welatên din bûne penaber.

Nûnera Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Mariye-Helen Verney, diyar kir piştî 3 salan ji destpêkrina şer, hê jî nêzî 9 milyon Sûdanî di nav welêt de koçber in.

Her wiha Mariye destnîşan kir ku vegerandina artêşa Sûdanê ya li eyaletên Xartûm, Cezîre û Sennarê û rawestandina şer û pevçûnên li van herêman, rasterast alîkariya vegera nêzî 4.5 milyon kesên koçber bo deverên xwe yên resen. Mariye diyar kir ku dane nîşan didin ku nêzî 1.8 milyon ji wan kesên vegeriyane, bi tena serê xwe berê xwe dane eyaletê Xertûmê, ku ev yek jî nîşan dide ka rewşa ewlehiyê li wir çiqas baş bûye.

‘Nîşaneyên bandora mirovî ya kûr’

Ji nîvê Nîsana sala 2023’an ve û ji destpêka pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, Sûdan yek ji krîzên xwe yên herî tund dijî. Li gorî daneyên rêxistinên navneteweyî, ev pevçûn bûye sedema kuştina bi deh hezaran kesan û koçberbûna bi milyonan kesan di hundir û derveyî welat de. Ev koçberiya berfireh, ji bilî zehmetiyên girîng ên ku li pêşiya hewildanên alîkarî û aramiyê ne, bandora mirovî ya kûr a pevçûnê nîşan dide.