NY: Kûştina sivîlan zêde dibe

Li gorî rapora ku ji aliyê Mîsyona UNAWA ya Neteweyên Yekbûyî ya Efganistanê ve hatiye weşandin, di şerê di navbera Efganistan û Pakistanê ya 3 mehan de 370 welatiyên Efganî mirine.

Navenda Nûçeyan – Di rapora NY’ê de, hat diyarkirin ku di encama şerê di navbera Efganistan û Pakistanê de ya 3 mehên despêkê yên salê de, herî kêm 372 welatiyên Efganî mirine û 397 sivîl jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku bêhtirî nîvê mirinan ji ber êrîşa hewayî ya artêşa Pakistanê ya li ser Nexweşxaneya Omid a 16’ê Adarê pêk hatiye. Ev nexweşxaneya ku li Kabîlê ye, ji bo dermankirina nexweşên tiryakiyê xizmet dikir.

Li dijî nexweşxaneya li Kabîlê êrîş

Li gorî UNAMA’yê di encama êrîşê de gelek nexweş bûne qurbanî û hat ragihandin ku hin cenaze ji ber şewatên mezin pêk hatine, nehatine tespîtkirin.

Li aliyê din rayedarên Pakistanê, îdîa kirin ku nexweşane an jî navendên rehabîlîtasyonê nehatine hedef girtin û gotin ku operasyon tenê li dijî ‘hedefên leşkerî û binesaziyên terorê’ hatine kirin.

Hat ragihandin ku şandeya NY’yê li herêma ku êrîş pêk hatî, lêkolîn kirine û şopên bombebaranên hewayî tespît kirine.

Li gorî Talîbanê zêdetirî 400 kes hatin kûştin

Li aliyê din hikûmeta Talîbanê jî ragihand ku bêhtirî 400 kes mirine. Lê NY’ê ragihand ku, ew bi rengekî serbixwe kariye mirina 269 sivîlan piştrast bike.

Li gorî raporê, di nava qurbaniyan de 13 jin, 46 zarok û 313 jî mêr hene. Hat gotin ku ji ber nexweşxaneyan tenê nexweşên mêr qebûl dikir, ev yek bûye sedem ku hejmara mirina mêran zêde be.

 Pakistan Efganistanê tewanbar kir

Di salên dawî de aloziyên di navbera Pakistan û Efganistanê de zêde bûne. Pakistan, îdia dike ku komên çekdar ên li Efganistanê li ser axa wê êrîşan dikin.

Wezareta Karûbarên Derve ya Pakistanê, ragihand ku ji destpêka salê ve 130 sivîl û karmendên ewlehiyê di êrîşan de bûne qurbanî. Her wiha ji ber êrîşa xwekujî ya li dijî polîsan jî komên li Efganistanê tawanbar kirin.

Tevî agirbestê jî êrîş berdewam in

Li gorî raporek Neteweyên Yekbûyî, tevî agirbesta ku di dawiya Remezanê de hate ragihandin jî, şer berdewam kirin.

Hat diyarkirin ku, di meha Adarê de xebatkarek civaka sivîl a Efganî li Nuristanê ji aliyê hêzên Pakistanî ve hatiye kuştin û tevî kurê wî yê sê salî jî di çem de xeniqiye. Neteweyên Yekbûyî, bûyerê wekî “kuştineke hedefgirtî” pênase kir.