NY: Krîza Perwerdeyê ya cîhanî bandorê li 258 milyon zarokan dike
Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide ku li seranserî cîhanê zarok ji sektora perwerdeyê dûr dikevin û eşkere kir ku hejmara zarokên ku ji ber şer û krîzan bandor bûne, bi awayekî bêhempa gihîştiye 258 milyonî.
Navenda Nûçeyan — Li seranserî cîhanê her ku diçe krîza perwerdeyê kûrtir dibe; şer û pevçûn bi milyonan zarokan ji mafê wan ê xwendinê bêpar dihêlin û ev yek jî paşeroja nifşan dixe bin metirsiyeke mezin.
Neteweyên Yekbûyî raporek nû weşand ku tê de nexşeyeke metirsîdar a paşeroja nifşekî tam eşkere dike. Li gorî daneyên însiyetîfa “Perwerde Nikare Bisekine” (Education Cannot Wait), hejmara zarok û ciwanên ku ji ber şerên çekdarî, krîzên avhewayê û karesatên xwezayî ji dibistanê qut bûne, di nava 18 mehan de 21 milyon zêde bûye. Bi vî rengî, ev rêje gihîştiye asta herî bilind a dîrokî û 258 milyon zarokan derbas dike.
93 milyon zarok bi temamî ji pêvajoya perwerdeyê dûr in
Ji vê hejmarê, 93 milyon zarok bi temamî li derveyî pêvajoya perwerdeyê mane. Nêzî ji sedî 60’ê hemû zarokên ku zirar dîtine, di nava 9 welatan de dijîn: Efganistan, Bangladeş, Komara Demokratîk a Kongo, Etiyopya, Myanmar, Nîjerya, Pakistan, Sûdan û Yemen. Bi milyonan zarokên din, her çend navên wan di lîsteyên dibistanê de hebin jî, ji ber mercên giran nikarin fêrbûneke rastîn bi dest bixin.
Bêparbûna ji perwerdeyê li herêmên xizan û şerên bixwîn zêdetir dibe
Lêkolîn nîşan didin ku pêdiviyên perwerdeyê her ku diçe li herêmên herî xeternak kom dibin. Ji nav 182 milyon zarokên ku di bin bandora 20 krîzên herî giran de dijîn, 74 milyon jê bi temamî li derveyî dibistanê ne. Ev yek piştrast dike ku bêparbûna ji perwerdeyê êdî bi wekhevî belav nabe, lê belê li herêmên xizan û yên ku şerên bixwîn lê hene zêdetir dibe.
Xwendekar dibistanên xwe ji neçarî diterikînin
Analîzan nîşan da ku şer, tundî û girtina dibistanan li gel astengiyên aborî, dibin sedema qutbûna ji sedî 80’ê xwendekaran ji dibistanê. Tevî nebûna ewlehî û zehmetiyên madî, malbat hê jî girîngiyê didin perwerdeya zarokên xwe. Zarok ne ji ber ku malbatên wan baweriya xwe bi perwerdeyê winda kirine, lê ji ber ku mercên hawirdorê tu alternatîfên din nadin wan, neçar dimînin dibistanan biterikînin.
Rêjeya xwendinê li gorî krîzan tê guhartin
Lêkolîner hişyariyê didin ku pirsgirêk tenê ne gihîştina fîzîkî ya avahiya dibistanê ye. Li gelek deverên krîzê, zarok ji qonaxên destpêkê ve di jêhatîbûnên bingehîn mîna xwendinê de paş de dimînin. Di polên şeşan de, rêjeya xwendina baş li welatên di bin şer de tenê digihîje ji sedî 30’yî, li welatên bi krîzên aborî û civakî ji sedî 47 û li welatên ku rûbirûyî karesatên xwezayî tên dibin ji sedî 61 e.
Koçberî faktorekî sereke yê bêxwendiniyê ye
Her wiha raporê balê kişand ser barkêşiya giran a li ser milê zarokên ku neçar mane ji malên xwe koçber bibin (bi taybetî li Burkîna Faso, Komara Efrîkaya Navîn, Kongo, Malî û Somalyayê) Zarokên koçber li gorî hevsalên xwe yên cîhwar, derfetên wan ên serkeftinê kêmtir in û pêşveçûna wan a fêrbûnê hêdîtir e. Di heman demê de, keç, penaber û zarokên xwedî pêwîstiyên taybet rûbirûyî astengiyên pir mezintir dibin, ku şer windahiyên wan ên fêrbûnê kûrtir û dirêjtir dike.