NY: Ji ber êrîşên çeteyên HTŞ’ê 170 hezar kes koçber bûn
Ofîsa Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), ragihand ku ji 6`ê Çileyê ve ji ber êrîşên dawî yên çeteyên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê zêdetirê 170 hezar kes li Heleb, Hesekê û Reqayê koçber bûne.
Navenda Nûçeyan- Ofîsa Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), ragihand ku Neteweyên Yekbûyî û hevkarên wê piştgiriya bersiva mirovî li bakurê rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di vê çarçoveyê de, karwanekî mirovî ya hevbeş a duh gihîşt bajarê Qamişlo ku xurek, cil û berg, betanî û pêdiviyên din ên bingehîn tê de hebûn û destnîşan kir ku "di rojên pêş de dê karwanên din jî werin şandin."
Ofîsê, ragihand ku saziyên mirovî xwarin, nan û alîkariya dirav li navendên kombûnên û stargehan belav dikin, her wiha xizmetên tenduristiyê û piştgiriya xwarinê ji zêdetirî hezar û 500 zarokan û jinên ducanî û yên zarokan dimijînin li Hesekê û deverên gundewarî yên derdora wê re hatine pêşkêşkirin.
Li Kobanê qutbûna avê, elektrîk û înternetê
Berdevkê NY’yê, diyar kir ku av, elektrîk û înternet hê jî li bajarê Kobanê tune ye û ev yek êşa şêniyên0 ji ber dorpêça çeteyên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, di rewşeke mirovî ya dijwar de dijîn, girantir dike.
OCHA’yê diyar kir ku ji Cotmeha borî ve, hevkarên mirovî alîkariya zivistanê, weke betanî, cil û berg û pêdiviyên germkirinê, ji bo nêzî 450 hezar kesan li seranserê Sûriyeyê peyda kirine.