NY: Ji ber bahoza berfê rewşa mirovî ya li Sûriyeyê xerabtir bû
Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji ber bahoza duyemîn a berfê, rewşa bi hezaran koçberên Sûriyeyê xerabtir bû.
Navenda Nûçeyan- Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî rewşa mirovî ya li Sûriyeyê ya piştî bahoza duyemîn a berfê, raporek weşand. Nivîsgehê, diyar kir ku bahozê qeyrana mirovî gurtir kir û zirarên mezin bi xwe re anîn.
Nivîsgehê, diyar kir ku bahoza berfê bandor li 37 cihên koçberan ên li herêma bakurê Sûriyeyê û zirareke rasterast li nêzî 2 milyon û 800 koçberî kir. Li gorî nivîsgehê, li gel sermaya zêde û girtina rêyan, li Heleb, Idlib, Hema, Hums, Laziqiye û Tertûsê bi hezaran malbatan zirar dît.
Gelek malbat di sermayeke zêde de bê cih man
Li gorî daneyên nivîsgehê, milyonek û 758 çadir bi zirar bûn, lehî derbasî stargehên demkî yên koçberan bûne, di encamê de gelek malbat di sermayeke zêde de bê cih man.
Nivîsgehê, îşaret pê kir ku li herêmên bilind ên peravê hîna jî hin rêyên çiyayî girtî ne û ji ber berf û heriyê gihandina alîkariyên mirovî bo kampan asteng dibe.
Nivîsgehê, her wiha da zanîn ku ji Cotmeha 2025’an ve, alîkariyên zivistanê li nêzî 445 hezar kesî hatin belavkirin, lê li gel mercên dijwar ên hewayî pêdiviyên koçberan zêdetir dibin.
Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya NY’yê, diyar kir ku pêdiviyên pêşîn ên koçberan, dabînkirina amûrên ewle yên germkirinê, sererastkirina stargehan, guhertina çadirên zirardîtî, belavkirina pêdiviyên zivistanê û vekirina rêyan ji bo gihandina xizmetan e.