NY: Hezar û 10 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin

Li gorî NY’ê, di sê salên dawî de li çar aliyên cîhanê zêdetirî hezar û 10 xebatkarên alîkariya mirovî jiyana xwe ji dest dane. Ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê hat xwestin ku biryarên der barê parastina xebatkarên alîkariyê de hatine girtin bi cih bîne.

Navenda Nûçeyan – Şer ne tenê sivîlan dikuje; xebatkarên alîkariya mirovî yên li deverên şer û pevçûnan jî tên hedefgirtin.

Li gorî daxuyaniyek ji Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî, tenê di sala 2025’an de herî kêm 326 xebatkarên alîkariya mirovî li 21 welatan hatine kuştin. Hejmara mirina kesan di sê salên dawî de ji hezar û 10’î derbas bûye. Ev yek li gorî sê salên berê hema hema sê qat zêde bûye.

Herî zêde li Xezayê û Şerîaya Rojava mirov hatin kuştin

Di daxuyaniyê de tê gotin ku piraniya kesan li deverên şer hatine kuştin, windahiyên herî giran li Xezayê û Şerîaya Rojava çêbûne. Wekî din, gelek xebatkarên alîkariyê li Sûdan, Sûdana Başûr, Ukrayna û Komara Demokratîk a Kongoyê jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên mirine dema hewl didan xwarin, av, dermanan bi dest bixin hatine hedefgirtin. Dema li ser erkên xwe bûne hatine hedefgirtin û her wiha herî zêde jî endamên Neteweyên Yekbûyî hatine hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku mirin “ne ji ber xemsariyê, ji ber bêhişmendiya aliyên şer” çêbûne.

Alîkariya mirovî tê astengkirin

Di daxuyaniyê de tê gotin ku alîkariya mirovî li gelek herêman tê astengkirin. Hat destnîşankirin ku xebatkarên alîkariyê dema hewl didin erkên xwe pêk bînin tên astengkirin, li hinek deveran tên girtin, hedefgirtin û karê wan tê bêrûmetkirin. Ev rasterast dibe sedema rawestandina alîkariyê, girtina klînîkan û nekarîna radestkirina pêdiviyên bingehîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin lı li Xezayê, Îsraîl karê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên serbixwe yên navneteweyî sînordar dike; li Myanmarê, bi sed hezaran kes ji ber sînordarkirinên ewlehî û gihîştinê bê alîkarî ne û li Ukraynayê, rêxistinên alîkariyê ji ber êrîşên dronan neçar dimînin ji eniyên pêş vekişin. Li Yemenê, bi dehan xebatkarên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên serbixwe bi awayekî kêfî tên girtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku êrîşên li ser xebatkarên alîkariya mirovî ne tenê kesan, di heman demê de hêviyên jiyanê yên bi milyonan kesan jî hedef digrin û tekez kir ku ev encama “sîstemeke cîhanî ya bêqanûn, êrîşkar û bi tundî şekildayî” ye.

Di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku biryarên parastina xebatkarên alîkariyê bi cih bîne. Wekî din, hişyarî da ku ne tenê xebatkarên alîkariya mirovî, di heman demê de qanûnên navneteweyî jî dê bi hev re bêwate bimînin û tê nemînin.