NY: Her sal zêdeyî 3 milyon zarok ji birçîna re dimirin

Li gorî rapora NY’ê, her sal zêdeyî 3 milyon zarok ji birçîna re dimirin. 43 zarok li dijî birçîbûnê têdikoşin, ji sedî 45’ê mirina zarokên di bin 5 salî de, ji ber kêmxwarinê ne.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Bernameya Xwarinê ya Dinyayê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), her sal zêdeyî 3 milyon zarok ji ber sedemên birçîbûnê dimirin. Di heman demê de, ji sêyan yekê xwarina ku li dinyayê tê hilberandin ango 1,3 milyon ton xwarin, tê îsrafkirin.

Li gorî agahiyên ku ji ‘rapora krîzên xwarinê’ ya gerdûnî hatin berhevkirin, di 2024’an de li 53 welat û li herêmê zêdeyî 295 milyon mirov rû birûyî astên cûda ên birçîbûnê ne. Ev hejmar, nîşan dide ku li gorî 2023’an 13,7 milyon zêde bûye.

Di têkoşîna bi xelayê re Xeza û Sûdan di rêza destpêkê de ne 

Li gelemperî dinyayê di navbera 1,4 milyonî de kes, li hember neewlebûna xwarinê ya di asta herî giran a ‘krîtîk’ de têdikoşe. Di têkoşîna bi xelayê re de herêma destpêkê de ye, bi 640 hezar û 600 kesan Xeza ye. Piştî Xezayê, bi 637 hezar û 200 kesan Sûdan, piştî wê bi 83 hezar û 500 kesan başûrê Sûdanê, bi 41 hezar û 200 kesan Yemen û bi 8 hezar û 400 kesan Haîtî û bi 2 hezar û 600 kesan Malî dişopîne. 

Ji derveyî vê, li seranserî dinyayê, zêdeyî 30 milyon kes jî, di asta 4’an a krîza xwarinê de têdikoşin. Ji vana bi 8,1 milyon kesên di asta 4’an de birçîbûnê dijîn Sûdan e. Yemen bi 5,5 milyon, Komara Kongo a Demokratîk 3,9 milyon, Efganistan 3,1 milyon, Myanmar 2,8 milyon, Başûrê Sûdan 2,4 milyon, Haîtî 2,1 milyon, Pakistan 1,7 milyon, Nîjerya 1,2 milyon, li herêma Xeza ya Filistînê jî 1,1 milyona kes rû birûyî birçîbûna di asta 4’an de ye.

3 milyon zarok bi birçîbûna zêde re têdikoşin

Zarok di nava komên herî bê parastin ên vê krîzê de cih digrin. Li gorî daneyên WFP’ê, her sal zêdeyî 3 milyon zarokên keç ji ber birçîbûnê dimirin.

Li gelemperiya dinyayê, 43 milyon zarok bi birçîbûna zêde re têdikoşin û ji sedî 45 mirinên di bin 5 salî de, ji ber birçîbûn û kêmxwarinê ne.

1,3 milyar ton xwarin her sal winda dibin an jî tê îsrafkirin

Li dinyayê nêzî ji sêyan yekê xwarinên ku ji bo mirovan tên hilberandin, ango 1,3 milyar ton, her sal tê windakirin an jî tên îsrafkirin. Di serê welatên ku herî zêde îsrafa xwarinê tên kirin de Çîn tê. Li Çînê li gorî daneyên 2024’an, îsrafa xwarinê ya salane 108 milyon ton derbas dike. Li Çînê ku yek ji welatên herî qerebalix ên dinyayê ye, her sal nêzî 76 kîlo xwarin tê îsrafkirin.

Li Hindistanê jî îsrafa xwarinê ya salane 78 milyon ton derbas dike û hate hesabkirin ku serê kesê salê nêzî 54 kîlo xwarin tê îsrafkirin. Li Pakistanê salane nêzî 31 milyon ton xwarin tê îsrafkirin. Miktara serê merivê salane dighê 122 kîloyan, hema bêje dighê îsrafa ferdî ya li Çîn û Hindistanê.

Li Nîjeryayê, di 2024’an de 24,8 milyon ton xwarin hate îsrafkirin û ev jî serê merivê 106 kîlo ye. Sedemên bingehîn ên îsrafa xwarina li welat, kêmbûna derfetên depokirinê, neqliyeya bêxêrûbêr û xwegihandina sînordar a bazarê, beşek zêde ya berhemên çandiniyê bêyî bighê hilberîneran xirab dibe ye.  

Li Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê (DYE), îsrafa xwarinê ya salane 24 milyon ton derbas dike û serêmerivê 71 kîlo ye. Li welatên din, mezinbûna nifûsê wek sedemên bingehîn yên îsrafa xwarinê dihat nîşandan, ji bo DYE ev ne derbasdar e. Bûyîna hilberînên herî mezin a dinyayê, wek sedemên bingehîn ên îsrafê derdikeve pêş.