NY’ê xwest ku Îsraîl dawî li îşkenceya sîstematîk û destdirêjiya li dijî girtiyên Filistînî bîne
Berdevkê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ji raya giştî re piştrast kir ku Filistîniyên di girtîgehê de rastî îşkenceya sîstematîk, muameleya xirab û tundiyê tên.
Navenda Nûçeyan – Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, belgeyên binpêkirinên berfireh û sîstematîk ên li dijî girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de, di nav de îşkence, muameleya xerab û destdirêjî û destavêtinê, eşkere kir. Komîser, daxwaza bidawîanîna van pêkanînan kir û xwest ku hemû kesên bi awayekî kêfî hatine girtin, bên berdan.
Li gorî daneyên Servîsa Zindanên Îsraîlê, wekî ku ji hêla Berdevkê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî ve duh hatiye ragihandin, ji Cotmeha borî ve zêdetirî 9 hezar û 200 Filistînî hatine girtin. Di heman demê de amarên ku vedigerin Hezîrana heman salê, nîşan didin ku di nav girtiyan de zêdetirî 370 zarokên Filistînî hene, ku piraniya wan bi awayekî kêfî hatine girtin.
Karbidestê NY’ê diyar kir ku belgeyên li Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan, piştrast dikin ku girtiyên Filistînî di navendên binçavkirinê yên Îsraîlê de rastî îşkence û muameleya xerab a berfireh û sîstematîk tên. Ji bilî dozên belgekirî yên destdirêjiya li dijî wan, wî daxwaz kir ku tavilê dawî li hemû pratîkên ku dibe ku bibin girtinên kêfî, windakirina bi zorê, îşkence, an jî şêweyên din ên muameleya xerab bê anîn.
Wî tekez kir ku pêwîst e hemü Filistîniyên ku bi awayek kêfî hatine girtin, bên berdan. Wî destnîşan kir ku Ofîsa Mafên Mirovan a NY’ê, mirina herî kêm 93 Filistîniyên di girtîgehê de ji Cotmeha 2023’an vir ve belge kiriye.
Wî daxwaza lêpirsînên serbixwe, bilez û zelal li ser hemû mirinan kir û xwest ku kesên berpirsyar bên darizandin. Wî balkişand ku Îsraîl, heta ku lêpirsîn biqedin, berpirsyariya her mirinek ku di navendên girtinê de çêdibe, digre ser xwe.