NY’ê: Li Xezayê Şerîa Rojava û Sûriyeyê qeyrana mirovî xirabtir dibe
Neteweyên Yekbûyî, der barê zêdebûna xetereyên ku jin û zarokên keç ên li Xezayê û Şerîaya Rojava pê re rû bi rû dimînin û koçberiya berfireh a domdar a li Sûriyeyê de hişyarî kir.
Navenda Nûçeyan- Li Rojhilata Navîn qeyranên mirovî bi awayekî cidî zêdetir dibin. Xetereyên ku jin û zarokên keç ên li Xezayê, Şerîaya Rojava pe re rûbirû dimînin zêde dibin û li Sûriyeyê jî bûyerên tundî û koçberiyê didomin.
Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), ragihand ku li Xezayê gel di dabînkirina pêdiviyên gel de rastî zehmetiyan tê û alîkarî tên astengkirin. Li Şerîaya Rojava, di navbera 6 û 19’ê Çileyê de ji ber êrîş û gefên niştecihan zêdetirî 100 koçer û koçerên Filistînî ji cih û warên xwe bûn.
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku xetereyên tundî, zewaca zarokan û kedxwariya li ser jin û zarokên keç zêde dibin û destnîşan kir ku gihîştina xizmetên tenduristiyê ji ber koçberî, lehiyê û zirara binesaziyê sînordar e. Her wiha hat diyarkirin ku zêdetirî 230 hezar jin û zarokên keç û 15 hezar jinên ducanî, di gihîştina xizmetên tenduristiyê de bi zehmetiyan re rûbirû ne.
Konseya Ewlekariyê ya NY’ê, bal kişand ku li Sûriyeyê tundî didome û daxwaza parastina sivîlan û rêzgirtina ji bo qanûna navneteweyî kir, destnîşan kir ku NY piştgirî dide pêvajoyeke siyasî ya berfireh a Sûriyeyê.
Rêvebera Mudaxeleya Qeyranê ya OCHA’yê Idem Wasorno, diyar kir ku pevçûnên li Helebê bûn sedema koçberiya bi dehan kesan û astengbûna xizmetên bingehîn. Qeyranên li Xezayê, Şerîaya Rojava û Sûriyeyê pirsgirêkên mirovî girantir dikin. NY’ê, ji bo gihîştina mirovî ya bi ewle, rêzgirtina ji qanûna navneteweyî, parastina sivîlan û dabînkirina pêdiviyên bingehîn, banga çavkaniyên lezgîn kir.