NY: Di sala 2024’an de 50 hezar jin û zarok hatine qetilkirin

Komîserê Payebilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, da zanîn ku di sala 2024’an de nêzî 50 hezar jin û zarok ji aliyê malbat û xizmên xwe ve hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Komîserê Payebilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de axivî û da zanîn ku di sala 2024’an de nêzî 50 hezar jin û zarok ji aliyê malbat û xizmên xwe ve hatine qetilkirin. Volker Turk, destnîşan kir ku piraniya van cînayetan di çarçoveya tundiya nava malbatê de hatine kirin.

‘Divê tedbîr bên girtin’

Volker Turk, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku tundiya li ser jinan û kuştina wan krîzeke mafên mirovan a lezgîn e û got ku divê hikûmet, saziyên navneteweyî û rêxistinên civakî tedbîrên baştir bigrin.

Volker Turk, anî ziman ku tundiya li ser jin û zarokan tenê ne êrîşên fîzîkî ne, di heman demê de tundiya derûnî, aborî û dîjîtal jî di nava xwe de dihewîne. Volker Turk diyar kir ku tundî azadiya jinan, ewlehiya wan û têkariya wan a li ser civakê asteng dike.

‘Di sala 2024’an de her roj 137 jin hatin qetilkirin’

Daneyên ku ji aliyê Ofîsa Sûc û Tiryakê ya Neteweyên Yekbûyî û UN Womenê (UNODC) ve hatine parvekirin nîşan didin ku weke di sala 2024’an de her roj 137 jin hatine kuştin û piraniya vê tundiyê ji aliyê kesên nêzî wan ve hatiye kirin. Lêkolîn diyar dikin ku ji ber cudahiya berhevkirina daneyan a  di navbera welatan de dibe ku ev hejmar zêdetir bin.

‘Pêşîgirtina tundiya li ser jinan ’berpirsiyariyeke lezgîn a kûrewî ye’

Di raporê de tê dubarekirin ku pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan ‘berpirsiyariyeke lezgîn a kûrewî’ ye. Volker Turk daxwaz kir ku civaka navneteweyî mekanîzmayên parastinê yên xurttir, pergalên edaletê yên bi bandor û pêvajoyên berhevkirina daneyên berfireh ava bike. Her wiha Volker Turk di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dabînkirina nûnertiya wekhev a jinan a di jiyana aborî û siyasî de li hemberî kokên tundiya li ser jinan perçeyeke girîng a çareseriya demdirêj e.