NY: Di sala 2023'yan de krîza herî mezin li Xezayê bû

Li gorî rapora NY îsal xelaya herî zêde li Xezaya di bin dorpêça Îsraîlê de dê çêbibe. Li Sûdana Başûr, Burkina Faso, Somali û Maliyê bi hezaran kes bi felaketa birçîbûnê re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî di sala 2023’yan de li 59 welatan nêzî 282 milyon mirov bi akut û birçîbûnê re rûbirû man. Li gorî Rapora Krîzên Xurekê ya Gerdûnî, tunebûn û xelaya herî mezin dî îsal li Xezaya di bin dorçêpa Îsraîlê de çêbibe.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres têkildarî raporê got: “Di cîhana ku di nava hebûnê de ye zarok ji birçîna mirin.”

Li gorî salên borî çend qat zêde bûye

Di raporê de hat diyarkirin ku bi taybetî li Şerîda Xezayê û Sûdanê li gorî sala 2022’yan 24 milyon mirov bi kêmasiya xureka akut re rûbirû mane. Aborînasê sereke yê Rêxistina Çandinî û Xurekê ya NY Maximo Torero, got ku li pênc welatan 705 hezar kes di asta herî jor a birçîbûnê de dijîn.

Li Xezaya ku 7 meh in di bin dorpêça Îsraîlê nêzî 1.1 milyon, li Sûdana Başûr jî 79,000 kes, heta meha Temûzê di merheleya 5’an de bi tunebûnê re dê rûbirû bimîne. Hat diyarkirin ku ji sedî 80 kesên bi tunebûnê re rûbirû ne (577 hezar kez) li Xezayê ne. Li Sûdana Başûr, Burkina Faso, Somalî û Maliyê jî bi hezaran kes bi felaketa birçîbûnê re rûbirû ne.

‘Divê bi lezgînî tedbîr werin girtin’

Di pêşgotina raporê de wiha hat nivîsandin; “Di 12 mehên derbasbûyî de ji ber pevçûnan, li gelek cihan rewşeke xeternak çêbûye.”

Aborînasê sereke yê Bernameya Xurekê ya Cîhanê NY Arif Husain, diyar kir ku ji sala 2016'an ve heta niha hejmara mirovên ku ji xureka akut bêpar dimînin her sal zêde dibe.

Li gorî raporê, li 39 welatan û li herêmê ji 36 milyonî zêdetir mirov, ji sisiyan yek li Sûdan û Afganistanê, di asta 4’an de bi tunebûnê re rûbirû ne. Li gorî raporê ev hejmar li gorî sala 2022’yan tê wateya zêdebûna milyonek kesan.