NY: Êrîşên dawî bandorê li jîngeh û binesaziya Rojhilata Navîn dikin
Neteweyên Yekbûyî der barê êrîşên dawî li Rojhilata Navîn rûdane de raporek weşand û destnîşan kir ku herî zêde sivîl û binesaziya herêmê ziyanê dibînin her wiha bandorê li jîngeha welat jî dike.
Navenda Nûçeyan – Nivîsgeha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî duh li ser encamên giran ên li ser jîngehê hişyarî da û diyar kir ku ji ber êrîşên zêde yên di rojên dawî de li ser tesîsên petrolê û kargehên hinek welatên Rojhilata Navîn derkevin holê û destnîşan kir ku ev êrîş niha gefê li ser kalîteya hewayê û çavkaniyên ava vexwarinê li herêmê dixwin.
Raport destnîşan dikin ku berdewamiya aloziyê gefê li krîzên bi hev ve girêdayî dixwe bandorê li ewlehiya xwarin, av û jîngehê dike.
Avahî û sivîl herî zêde dibin hedef
Berdevkê Sekreterê Giştî got ku Neteweyên Yekbûyî berdewam alarmê dide der barê encamên mirovî yên tundiya zêdebûyî de û destnîşan kir ku rewşa heyî dibe sedema zêdebûna hejmara mirina sivîlan û zirar li tesîsên girîng ên ku nifûs pê ve girêdayî ye çêdibe.
Operasyonên leşkerî bandorê li jîngehê dikin
Her wiha diyar kir ku rêxistina navneteweyî ji ber zêdebûna raporên êrîşan li ser tesîsên petrolê pir nîgeran e, hişyarî da ku ev operasyon dikarin bandorê li ser jîngeha li gelek welatan bikin û dibe ku bandorên rasterast li ser ava vexwarinê, hewa û xwarinê bikin.
Hişyariya NY’ê piştî wê yekê hat ku Wezareta Karên Hundir a Behreynê ragihand êrîşeke bi dronên Îranê zirar daye tesîseke bêxwêkirinê ku yek ji tesîsên bingehîn ji bo dabînkirina ava vexwarinê ya welat e. Vê yekê tirsê zêde kir ku hedefgirtin dikare berfireh bibe û binesaziya hesas jî di nava xwe de bigre, bi milyonan niştecihên welatên Kendavê pê ve girêdayî ne.
Divê hemû tedbîr ji bo parastina sivîlan werin girtin
Di heman çarçoveyê de herêmê şahidiya gurbûneke nû kir, ji ber ku êrîşên Îsraîlê hejmarek ji tesîsên petrolê yên li hundirê Îranê kirin hedef. Di heman demê de Tehranê bi êrîşên li ser tesîsên petrolê yên li welatên din ên herêmê bersiv da, ev pêşketinek e ku gefê li zêdekirina aloziyên herêmî û berfirehkirina qada zirara jîngehî û aborî dixwe. Karbidestê NY’ê dubare kir ku pêwist e hemû tedbîrên gengaz ji bo parastina sivîlan werin girtin.