Nûristan: Herêmeke çiyayî ya xwedî kokên jinan e
Di dilê çiyayên bilind ên Efganistanê de, li cihên ku rê ax, dewlet jî tune tê hesibandin de, jinên berxwedêr dijîn. Nûristan, axa ku ji ber zexta bêdengiya sedsalan dengê jinan lê bilind dibe û hatiye jibîrkirin e.

BAHARAN LEHÎB
Nûristan – Nûristan, yek ji bajarê rojhilat ên Efganistanê ye. Gelê wê bi zimanê Nûristanî diaxive lê zimanê wê yê fermî yê duyem Peştuca ye. Gelê vê bajarê, di nava çiyayên ku serê wan ber bi çiyayan ve bilind dibin de dijîn. Çiya, bi hebûna darên weke gûz û fistiqên çamê xwedî çavkaniyeke dewlemend e. Jelgoze, yek ji fêkiyên herî bi nirx û biha yên Efganistanê tê dîtin, li bazarên hundir û derve pir tê xwestin.
Nûristan, ji aliyekî ve cîranê sînorê Pakistanê ye. Beriya desthilatdariya Emîr Abdurehman Xan, gelê li vê herêmê, ji olên derveyî îslamê bawer dikir. Vê serdema di dema Emîr Abdurehman Xan-ku ev serdem di heman demê de, serdema ku Hazara lê bi awayekî sistematik dihatin kuştin û rewşenbîr lê dihatin çewisandin bû– Nûristan rastî êrîşa leşkerî hat. Li ser gel pejirandina îslamê hat ferzkirin. Beriya vê guherîna bi zorê navê herêmê “Kafiristan” bû. Hinek mirovên ku xwestin canê xwe rizgar bikin, ber bi bajarên din ve koçber bûn, hinek jî li Nûristanê man. Di roja me de di navbera şêniyên bajar de, Wehabîtî zêde ye û bi taybetî di navbera ciwanan de feraseta radîkalîzm û DAIŞ’ê bi lezgînî belav dibe.
Nûristan ji gelek xizmetên bingehîn bêpar e
Weke gelek bajarên tenha yên Efganistanê, Nûristan jî ji xizmetên bingehîn bêpar e. Li herêma xwedî xweşikbûnên xwezayî, gel ji bo biçe klînîkên nêz bi saetan dimeşe. Gelek ji wan navendên tendirustiyê xwedî mekanîzmayeke bes nîn in loma divê weke alternatîf biçin bajarên din lê ev yek ji ber tunebûna wesayîdan û riyên xirab gelek zor e.
Di tevahiya dîrokê de tu hikumetê li van bajaran xebatên bingehîn nekirine. Tevî îsrara gel a bi salan jî tenê di bîst salên dawî de riyeke ji axê ya di navbera çiyayan de derbas dibe hatiye avakirin. Pêvajoya çêkirina vî riyê jî heta tu bibêjî bi nelirêtiyan dagirtîbû. Niha riya heyî, tevî pereyê zêde yê hat xerckirin jî ax û bi xeter e.
Jin di aboriya herêmê de xwedî roleke bingehîn in
Gelê Nûristanê hê jî weke qebîle dijîn û biryar zêdetir ji aliyê mezinên qebîleyan ve tên dayîn. Tevî ku civak heta tu bibêjî bi desthilatdariya mêr ve girêdayî û paşverû ye jî jin di aboriya herêmî de roleke bingehîn dilîzin. Aboriya Nûristanê –weke li cihên Efganistanê- bi çandinî û ajalvaniyê ye. Barê van hemûyan jî li ser milên jinan e. Ji ber vê yekê jinên Nûristanî, di nava malbatê û civakê de xwedî cih û bandoreke girîng in.
Jin bi radîkalîzma olperest re têkoşiyan
Bi derbeya 7 Sawr a sala 1978’an (Şoreşa Saurê) re ji bo -gelê Efgan bi taybetî jî jinan-serdemeke tarî û tevlihev dest pê kir. Jin ne tenê bi awayê kevneşopiya baviksalar, di heman demê de bi radîkalîzma olperest û bi zexta bîrdoziyên dijminahiya jinan re neçar man têbikoşin. Jinên Nûristanî jî ji vê yekê para xwe girtin û ji azadiya ku berê hebû ji dest wan çû.
Jin di eniyên têkoşînê de li pêş bûn
Nûristan, tevî ku herêmeke çiyayî û dûr e jî li dijî dagirkeriya Sovyetê, di pêvajoya berxwedanê de, jin bi awayekî bêhempa di eniya demokratîk de çalak bûn. Jin di peywirên weke girtina çekan, alîkariya xwarinê û piştgiriya ji bo eniyên berxwedanê de bi mêran re mil bi mil xebitîn. Xebata wan a di vê astê de kêm dihat dîtin û şanaziyê çêdikir.
Ferzkirinên molayan bêencam man
Piştî ku di sala 2021’ê de Talîban careke din hat ser desthilatdariyê, hinek molayên Nûristanî, hewl dan nehêlin jin derbikevin derve û bixebitin lê debara gelek malbatan bi keda jinan bû. Van hewldanan bûn sedema berteka tund a jinên Nûristanî. Jinan diyar kirin ku ew naxwazin tenê bi karên malê û xwedîkirina zarokan re bi sînor bimînin û gotin ku ew di civakê de xwedî roleke çalak in. Beriya Talîbanê jî hinek mollayan fetwayên ku xebata jinan a li derve heram îlan dikin dan lê van fetwayan jî rastî berxwedana bi cesaret a jinên Nûristanî hat.
Di çanda Nûristan de, dema ku mêr karê jinan dikin şerm tê dîtin. Jin xwe ji mêran bihêztir û rayedartir dibînin. Tu carî destûr nadin asta wan a civakî kêm bibe. Ew tevahiya dîrokê, di civakeke ku bi zext û cudakariyê teşe girtiye de bûn sembolên biryardarî, berxwedan û serxwebûnê.
Rêjeya jin û mêrên ku xwendin û nivîsandinê nizanin zêde ye
Tevî van hemû zoriyan jî li Nûristanê ji bo zarokên keç dibistanên guncaw tune ne. Li dibistanên heyî jî mamoste tunene û ji ber dûrbûna dibistanan gelek zarokên keç ji perwerdeyê bêpar dimînin. Hem di navbera jinan, hem jî mêran de rêjeya zanîna xwendin û nivîsandinê pir kêm e. Hikumetên navendî, ji ber awayê qebîle yê Nûristanê li dijî pêşketinên li vê herêmê her dem bê helwest mane.
Jinên Nûristanî ne qurban, qehremanên têkoşîna ji bo jiyanê ne. Bi edaleta civakî, pêşketina bi plan û îradeya siyasî, ev bajar ji nû ve dikare were avakirin û bi taybetî bi xwespartina potansiyela jinan, dikare bibe mînaka pêşketinê.