Nûnerên saziyan û gel serdana siyasetmedarên hatin tehliyekirin kir

Siyasetmedar Gulten Kişanak, Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata li avahiya DEM Partiyê ya Amedê di roja duyemîn de jî pêşwazî li mêvanên xwe kirin. Di serdanê de hate diyar kirin ku tekoşîna wan bidome.

Amed - Siyasetmedar Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata yên ji Doza Kobanê tehliye bûn di roja duyemîn de li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê bi gel re hatin ba hev.

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Bûldan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, rêveberêm rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê û Êlihê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveber û xebatkarên komeleyên hiqûq, çand, ziman û rojnamevanan û saziyên sivîl serdana siyasetmedaran kirin. Komeleyên Çand û Hunerê, Komeleyên Ziman, Komeleyên Rojnamevanan û gelek saziyên sivîl serdana siyasetmedaran kirin. Kesên dihatin serdanê kulîlkan diyarî siyasetmedaran kirin û bi hev re sohbet kirin.

‘Bi milyonan kesên ku ked dane têkoşîna gelê Kurd hene’

Di serdanê de parlamenter Pervîn Bûldan axaftinek kurt kir û diyar kir ku hevalên niha di nav wan de ne berê dîl dihatin girtin. Bûldan anî ziman ku ji ber hevalên xwe yên ku di girtîgehan de ne xemgîn in û wiha got: “Hevalên me yên têkoşer weke dîlgirtiyên siyasî di girtîgehan de tên girtin. Bi taybetî ez dixwazim diyar bikim ku hêja Selahattîn Demîrtaş li Edîrneyê, hêja Fîgen Yuksekdag a li Kandirayê û hemû hevalên me yên li girtîgeha Sîncanê ne bi tenê ne û wê têkoşîn di pêşerojê de jî bidome. Doza komployê ya Kobanê helbet dozeke siyasî bû. Ji ber ku dozeke hiqûqî tune ye, hevalên me bi cezayên giran di girtîgehê de dimînin. Em bi salan e dibêjin, qanûna dijminatiyê li ser gelê kurd û dostên kurdan tê ferzkirin. Kurd tim tên cezakirin û îro kesên ku ji bo doza gelê kurd têdikoşin bi rengekî cezayan re rû bi rû ne. Bi milyonan kesên ku ked dane têkoşîna gelê kurd hene û divê rêz ji vê re bê girtin. Yên ku van cezayan didin bila bizanibin ku hevalên me ne bi tenê ne û em van cezayan nas nakin.”

Serdana ji bo siyasetmedaran bi dawî bû.