Nûnerê Weqfa Ensar bû midûrê çandê yê şaredariya AKP’ê
Weqfa Ensar ku bi êrişên zayendî li dijî zarokan û tecawizê ketibû rojevê, nûnerê wê li Xarpêtê, weke Midûrê Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Xarpêtê hat tayînkirin.

Navenda Nûçeyan- Weqfa Ensar ku bi êrişên zayendî li dijî zarokan û tecawizê ketî rojevê, nûnerê bajarê Xarpêtê Alaatîn Meydanoglu weke Midûrê Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Xarpêtê hat tayînkirin.
Tayînkirina wî ji aliyê şaredarê AKP’ê Şahîn Şerîfogullari ve hat ragihandin û rastî bertekan hat.