Nûçeya Der Spiegelê ya ‘keziyên hunandî’ hat gilîkirin

Nûçeya Der Spigelê ya têkildarî ‘keziyên honandî’, ji Konseya Çapemeniyê ya Almanya re hate gilîkirin.

Navenda Nûçeyan- Wênesaz û aktîvîstê Kurd Alî Zulfîkar, têkildarî nûçeya Der Spiegelê ya têkildarî honandina keziyan, serî li Konseya Çapemeniyê ya Alman da û li rojnameyê gilî kir.

Nûçeya bi sernavê “Wie ein wohl falscher Zopf die Welt bewegt” (Keziyeke sexte çawa cîhan rakir ser pêyan) a Kovara nûçeyan a bi navê Der Spigel ya di 6’ê Sibata 2026’an de, bû sedem ku raya giştî ya Kurd bi dijwarî nerazîbûna xwe nîşan bide.

Di nûçeya têkildarî heqareta li hemberî şervaneke Kurd a li Sûriyeyê nemir bû û vîdeoyeke li ser medyaya dijîtal belav bûye de, hat gotin ku nabe dîmen weke delîleke rastîn a sûcê şer were nirxandin. Gelek saziyên Kurd, nivîskar û aktivîstan nerazîbûnên xwe nîşanî vê nêzîkatiyê dan.

Ji Konseya Çapemeniya Almanyayê re giliyê fermî

Hunermend û aktivîstê Kurd Alî Zulfîkar, têkildarî nûçeya mijara gotinê bi awayekî fermî serî li Konseya Çapemeniya Almanyayê da. Alî Zulfîkar diyar kir ku nûçe li dijî rastî, bêalîbûn û rêgeza pêşkêşkirina peywendiyê ya rojnamegeriyê ye. Alî Zulfîkar, di serlêdana xwe de destnîşan kir ku nûçe tecrûbeyên dîrokî û siyasî yên gelê Kurd nîşan nade, mijarê tenê di çarçoveya dîmeneke vîral de digre dest û anî ziman ku travmayên dîrokî yên gelê Kurd û rastiya siyasî ya heyî vedişêre. Alî Zulfîkar, anî ziman ku di çanda Kurdî de kezî semboleke xurt e ku bi nasname, rûmet û berxwedanê re têkildar e lê belê di nûçeya berbehs de ev piştperdeya çandî zêde nehatiye nîşandan. Alî Zulfîkar, destnîşan kir ku binpêkirinên mafên mirovan û tundiya li ser gelê Kurd a li Sûriyeyê ya hatiye belgekirin, bi awayekî berfireh nehatiye nîşandan.

Daxwaza daxuyaniyeke zelal kir

Alî Zulfîkar di serlêdana xwe de bal kişand ser mijara zelalbûna edîtoryalê jî û diyar kir ku divê têkildarî pêvajoya teyîdkirina nûçeyê û derbarê rêbazên nivîskariya hevpar de agahiyên berfirehtir werin dayîn. Hate destnîşankirin ku bi taybetî jî di têkoşînali dijî DAIŞ’ê de rola jinên Kurd gelekî cih nagire. Alî Zulfîkar, anî ziman ku nûçeya berbehs di nava xwe de têkildarî gelê Kurd rîska afirandina întibayeke hatiye berovajîkirin dihewîne daxwaza lêkolîna redaksiyonel û dayîna daxuyaniyeke zelal kir.

Ji kovarê daxuyanî

Der Spigelê jî daxuyaniya xwe ya beriya niha weşandibû, ji Alî Zulfikar re şand. Kovarê anî ziman ku niyeteke wê ya wek biçûkxistina êşên gelê Kurd an jî parastina komên Îslamîst tuneye.