Nûçegihana me ya Helebce xelata rêzgirtin û spasiyê girt
Rêxistina Pêşketin û Alîkariya Mirovî ya Somayê xelata rêz û spasiyê da nûçegihana ajansa me ya li Helebce Mîhrîban Selam Kakayî.

Helebce – Rêxistina Pêşketin û Alîkariya Mirovî ya Somayê ya di sala 2019’an de hat damezrandin, xelata rêzgirtin û spasiyê da nûçeyagihana ajansa me Mîhrîban Selam Kakayî.
Berpirsa Rêxistina Soma, Soma Heme Seîd derbarê xelatkirinê de anî ziman ku ji ber girtina dest a pirsgirêka jinê, xelatê dane Mîhrîban Selam Kakayî.