Nûçegihana me Medîne Mamedoglû li Wanê hat binçavkirin
Nûçegihana me ya NUJÎNHA'yê ya Tirkiyeyê Medîne Mamedoglû, dema ku çalakiyên ji bo Abdulah Zeydan ê ku wek Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a DEM'ê hat hilbijartin û mazbata wî nehat dayîn dişopand bi kelepçeyan paş ve hat binçavkirin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/04/20240403-20240403-20230323-337175818-1559277647885520-3521397088358630890-n-jpg2f4d4b-image-jpg563ccd-image-jpge0c15f-image.jpg)
Wan - Nûçegihana me Medîne Mamedoglû ya ji bo şopandina çalakiyên li qadê yên ji bo Abdullah Zeydan ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Bajarê Mezin hat hilbijartin û mazbata wî nehat dayîn bişopîne çû Wanê, bi kelepçe li paş ve hat binçavkirin.
Rojnameger Medîne Mamedoglu li ser hesabê xwe yê platforma medyaya dîjîtal X ragihand ku ew hatiye binçavkirin û wiha got:
“Dema ku min meşa parêzeran a li Wanê dişopand, bi kelepçeyê paş ve hatim binçavkirin û min derb kirin.”