Nûçegihana fotoyan Fatîma Hassouna bi malbata xwe re hat qetilkirin

Nûçegihana fotoyan Fatîma Hassouna û ji malbata wê jin û zarok jî di navde 10 kes li Zîvala Xezayê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan.

Xeza- Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê li ber çavên hemû dinyayê didomin. Jin, zarok û pîr tên hedefgirtin û qetilkirin.

Nûçegihana fotoyan, Fatîma Hassouna, di saetên sibehê de bi malbata xwe re di mala lê diman de di encama hedefgirtina malê de jiyana xwe ji dest da. Li ba Fatîma Hassouna, di nav de jin û zarok, 10 endamên malbatê jî jiyana we ji dest dan. Ev qetliama Îsraîlê, wek binpêkirina mafên li dijî sivîlên bê çek û rojnamegeran ket qeydan.

Bûbû sembol

Fatîma Hasouna, êrîşên Îsrail ku ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha didomin de, sûc û binpêkirinên ku li dijî gel tên kirin bi objektîfa xwe hewl da belge bike. Bûbû sembola dengê mexdûrên Xezayê û belgekirina êşên ku qet bi dawî nabin. Fatîma Hassouna ji bo rastiyê biteyîsîne, her dem di çeperên pêş de cih girt, hilweşîna malan û bajar belge kir, bandorên bombebaranê şopand, rûyên ku ji ber dorpêç û şer westiyayî bûn nîşanî cîhanê da.

Rojnameger bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin

Sendîkaya Rojnamegerên Filîstînê, têkildarî qetilkirina Fatîma Hassouna daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de êrîş bi tundî şermezar kir û diyar kir ku hêzên Îsraîlê ji hedefgirtina rojnamegerên Filistînê de berpirs e û wiha hat gotin: “Hevpîşeya me fotogir Fatîme Hassouna, bi çend endamên malbata xwe re, di êrîşeke Îsraîlê de hat qetilkirin. Ev êrîş ji bo astengkirina bicihanîna erkên mirovî û pîşeyî yê rojnamegeran e.”

Divê berpirs hesab bidin

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji destpêka êrîşan heta niha hejmara rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 212’an, ji vana zêdeyî 25 jin in, hat xwestin ku berpirs li ber Dadgeha Cezayê Navneteweyî hesab bidin.