Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê hat binçavkirin
Nûçeghana Ajansa Mezopotamyayê (MA), Sema Bîngol di dema şopandina merasîma bîranîna Etem Sarisuluk ku li Guvenpark a navçeya Çankaya ya Enqereyê hatibû organîzekirin, rastî lêdanê hat û hat binçavkirin.
Navenda nûçeyan – Bi boneya 13’emîn salvegera kuştina Ethem Sarisuluk ku di 2013’an de ji ber çalakiyên Parka Geziyê li ser destê polîsan hatbû kuştin. Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Enqereyê bernameya bîranînê rêxistinkirin. Girseya ku beşdarî bîranînê bibû li Guvenpark a navçeya Çankaya ya Enqereyê ku Etem Sarisuluk lê hatibû kuştin kom bû.
‘Nûçegihan Sema Bîngol hat binçavkirin’
Polîsan girse dorpêç kir û nehişt girse ber bi Guvenparkê ve bimeşe, her wiha bi gaza îsotê êriîşî girseyê kir. Hat ragihandin ku nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA), Sema Bîngol ku bûyerê dişopand, rastî lêdan, îşkenceyê hat û hat binçavkirin.
Hêrs û berteka gel
Girseya ku beşdarî merasîma bîranînê bibû bertek nîşanî êrîşê dan û tundiya li dijî rojnamevanan şermezar kirin.