Notên derûnnasekî: Jinên ku xweparastinê kirin

Vegotinên derûnnas Sara Dehqan ên ji Girtîgeha Sine eşkere dikin ku şîdeta navmalî, zewaca bi zorê û qanûnên newekhev piştî kiryarên parastina xwe, dibin sedema cezayên giran ji bo jinan; û zarok neçar dimînin ku di girtîgehê de mezin bibin.

NIYAN XOSREWÎ

Sine – Derûnnas Sara Dehqan bi salan e atolyeyan bi navê kontrola hêrsê û hêviya jiyanê li dar dixe, diyar kir ku carek bi jinên ku bi cînayetan tên sûcdarkirin û li girtîgeha Sineyê tên girtin hevdîtin kiriye û wiha got: “Beşek zêde ya cînayetên ji aliyê jinan ve hatine kirin kuştina mêran e. Ev rewş nîşan dide ku sedema vê yekê êş, tundî û zilma ku bi salan li wan hatiye kirin e.”

Jinên xweparastine

Sara Dehqan, bîranên xwe yên bi êş vedibêje û behsa jinên ku ji bo xweparastinê, yan jî berteka li dijî tundiya ku bi salan ji mêran dîtine wan cînayetan kirine kir û got: “Zagonên di navbera cînayetên bi zanebûn û cînayetên neçarî û di encama bêçaretiyê de pêkanîne cudabûnê nake balê dikşîne. Jinên ku beriya girtîgehê tu cihekî wan ên xwe bispêrinê tune ye, li girtîgehê jî li benda cezayên giran in... Weke ku ji mafên mirovî yên herî bingehîn bêpar hatine hiştin.” 

Dayîk û keça xwe ya li pişt hesinan

Sara Dehqan, behsa doza dayîkek bi navê Zehre B. û keça wê Negîn H. kir û got: “Zehra bi plankirina kuştina hevjînê xwe tê sûcdarkirin, cînayet ji aliyê kesên bi kirê hatin girtin ve tê pêkanîn û kiryar piştî bûyerê direvin derveyî welat. Zehra bi sûcdariya cînayetê û keça wê jî bi sûcdariya ‘hevkariyê’ dişînin girtîgehê. Ez tam hûrgiliyên dosyayê nizanim lê belê ez bi Negîn re bi caran axivîm. Tevî ku zarokek gelek bêguneh e, bi salan bi dayîka xwe re li girtîgehê hatin hiştin. Bêdengiya dayîkê, tundî, sînordarkirin û ya bav li ser Negîn, her çendî Negîn bi caran gotibe ew bê sûc e, dozger guh nade gotinên wê.”

Zarokek ku jiyanê li girtîgeh nas kir

Sara Dehqan, da zanîn ku Negîn, tevî van hemû şertan, bi hêviya jiyanê dagirtî bûye û di girtîgehê de perwerdeya xwe domandiye û got: “Bû şahidê tundî û bûyerên ku divê tu zarokan nedîta û heta nêzî 15 saliya xwe di girtîgehê de ma. Dayîk, ji ber kiryar reviyane, piştî salan hat berdan û Negîna 15 salî jî bi kurê mamê wê re tê zewicandin. Lê belê êş li vê derê xilas nabe, nêzîkatiyên biçûkxistinê yên pêvajoya tehliyeyê û hesta sûcdariyê li ser Negîn zextek giran a ruhî hiştiye, xwe li ber vê zextê negirtiye. Min ji Negînê tu xeberek negirtiye û piştî ji girtîgehê vegeriya êdî min ew nedît. Ji rayedarên girtîgehê min bihîst ku Negîn piştî tehliyeyê ji aliyê ruhî ve têk çûye û di dawiyê de jiyana xwe ji dest daye. Xwişka wê ya biçûk ku bû şahidê vê bûyerê, wê jî piştî demekê jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî çarenûsa du zarokan di encama biryarên xelet û bêberpirsyariyê de bi awayekî trajîk bi dawî bû.”

Jinên ku wek amûr tên pevguhertin

Sara Dehqan çîroka jina ciwan a bi navê Nazanîn M. a 22 salî jî wiha tîne ziman: “Malbatê, wê bi zorê bi mêrek ku medeyên hişbir bi kar dianî re zewicand. Nazenîn her dem tundiyê didît, her cara ku dixwest hevjînê xwe berde, ji aliyê malbatê ve gef lê dihat xwarin. Di dawiyê de di demek ku tundî gelek zêde bûye de, serî li cînayetek ku jiyana wê bi temamî biguherîne da.  Berovajî mêran, piranî cînayetên ku jinan kirine di têkiliyên di nava malê de û bi taybetî bi awayê kuştina mêr tê kirin. Piraniya van cînayetan, çavkaniya xwe ji  tundiya demdirêj, bêxwedîbûn û kêmaniya desteka civakî digre.”

Zewaca bi zorê û dawiya bi êş

Çîroka Maryam Q A. 55 salî mînakek din e, bi mêrek bi temen re bi zorê tê zewicandin û bi salan rastî destdirêjiyê tê. Di encama nîqaşek de dema hevjînê xwe dehf dide, hevjînê wê dimire. Her çendî cînayet wek bi şaşî were nirxandin jî zarokên wê ew dişînin girtîgehê. Maryam li girtîgehê ji hevdîtina zarok û neviyên xwe bêpar tê hiştin, ev bêparhiştin wê gelek caran ji aliyê derûnî ve dike rewşeke gelek xirab.

Jinên ku ber bi nediyariyê ve tên kişandin

Sara Dehqan herî dawî behsa Mûjgan T. dike û dibêje: “Bi temamî di şertên bêhêvî de, weke jinek bêxwedî, ji jinek biryara mirinê digre. Piştre bi salan di girtîgehê de, di nava şîn û belaviyê de jiyana xwe didomîne.”

Ev çîrokên ku Sara Dehqan anî ziman, zivrîneka xirab bûye radixe ber çavan. Zivîrneka tundiya di nava malê de, zewacên bi zorê û bi zagonên newekhev destpêkirî, di encamê de girtîgeh, hilweşîna ruhî û bi hilweşîna jiyana wan re bi encam bûye. Jinên ku ne beriya sûc destek dîtin,  ne jî piştî wê, firsenda dîtin û bihîstinê dîtin. 

Lêkolînên qadê nîşan didin ku nêzî ji sedî 66 jinên Îranê di jiyana xwe de herî kêm carekê rastî tundiya nava malê hatine, li hinek herêman, ev rêje ji sedî 70 derbas kiriye. Li gorî îstatîstîkên fermî, di salên dawî de hejmara jinên ku ji ber tundiya hevjînên xwe serî li saziyên tendirustiyê dane 16 hezar derbas kiriye, ji sedî 96 ji wan ji nin. Raporên mafên mirovan ên serbixwe diyar dikin ku tenê di nava salek de di encama tundiya nava malê de zêdetirî 110 jin û zarokên keç hatine kuştin. Li beramberî vê jî beşek zêde ya tundiyê qet nayê raporkirin û dibe ku tabloya rast ji vê gelek zêdetir be. 

Di heman demê de, domandina zewacên zû, bi zorê, vê çerxê careke din hilberîne. Li gorî daneyên Navenda Îstatîstîkên Îranê, her sal ji bo zarokên keç ên di bin 18 salî de, 135 hezar zewac tên qeydkirin, ev herî kêm 1700, zarokên keç ên di bin 13 salî de digre nava xwe. Ev hejmar, nîşan dide ku li Îranê tundiya pergalî li dijî jin û zarokên keç bi awayekî cidî zêde bûye.