Noi Rete Donne: Divê daxwazên jinan esas bê girtin

Noi Rete Donne têkildarî rewşa Rojava û Sûriye nameyek fermî ji hin saziyên Îtalyayê re şand. Di nameyê de hat gotin ku “Divê di her warî de daxwazên Meclisa Jinên Sûriye û ezmûnên awarte yên ku bi salan esas bê girtin û jê re piştgirî bê dayîn.”

Navenda Nûçeyan – Tora herî berfireh ya jinan Noi Rete Donne ya Îtalya têkildarî rewşa niha ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriye di qewime ji Seroka Wezîrê ya Italya Giorgia Meloni, Wezîrê karên derve û Hevkariya Navneteweyî û Wezîrê Parastinê yên Italya û Nûnerê Daîmî ya Îtalya li Neteweyên Yekbûyî re nameyek fermî şand.

Di nameyê de ev tişt hate gotin:  

“Tenê bi beşdariya wekhev a jinan û hemû pêkhateyên cuda yên olî, çandî û etnîkî li Sûriyê dikare welatekî demokratîk, dadmend û bi ewle were avakirin. Dîplomatên welatên cuda yên ku dixwazin piştgiriya pêvajoya guhertina demokratîk li Sûriyê bikin. Divê di her warî de daxwazên Meclisa Jinên Sûriye û ezmûnên awarte yên ku bi salan di Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûrye de hatine bidestxistin bi rêzdarî esas bigire û piştgiriyê bide. Bi taybetî em hêvîdar in ku Îtalya ku bi salan ji bo hewldanên girîng ên aştî li vê herêmê amade ye, bikaribe ji bo aramî û demokratîkbûna vî welatî li ser maseyên muzakereyê hemû daxwazên jinên Kurd bi li ber çavan bigire.”