Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar didome

Emîne Şenyaşar Nobeda Edaletê ya li Meclîsê berdewam kir û got, "Delîl veşartin. Halîl û malbata wî kujer in, diz in, her kes vê yekê dizane."

Enqere – Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 15’an de berdewam kir.
Emîne Şenyaşar li gel kurê xwe parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bûbû li deriyê ku ketina Koma DEM Partiyê lê ye dest bi çalakiya xwe kir. Emîne Şenyaşar bi kursiya biteker hate qadê. Emîne Şenyaşar a bi pankarta ku li ser “edalet” dinivîsî ji bo kurê xwe edalet xwest, wiha got: “Delîl veşartin, kurê min girtin. Têre nekir avêtin hucreyê. Xelîl û malbata wî kujer in, diz in vê yekê herkes dizane. Kurê min berdin.”

Parlamenterê CHP’ê yê Enqereyê Okan Konûralp çû serdana Emîne Şenyar.