Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar didome

Emîne Şenyaşar 113 roj in li ber Wezareta Dadê li edeletê digere. Sekretera Têkiliyên Navneteweyî ST ya sendîkaya karkeran a herî mezin ya Swêdê Fackorbundeng, Karîn Brunzell çû serdana Emîne Şenyaşar.

Enqere – Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 113’emîn de didome.

Îro Sekretera Têkiliyên Navneteweyî ST ya sendîkaya karkeran a herî mezin ya Swêdê Fackorbundeng, Karîn Brunzell çû serdana Emîne Şenyaşar. Her wiha Nûnerên KESK’ê, DEM Partî û ESP’ê jî serdana Emîne Şenyaşar kirin.

Çalakiya Sevînç Çakir jî di roja 34’an de ye

Li aliyê din jî  çalakiya Sevînç  Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 34’emîn de berdewam kir.