Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar 16 roj in didome

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar 16 roj in li Meclîsê didome.

Enqere – Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 16'emîn de berdewam kir. 

Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar nobetê girt. 

Emîne Şenyaşar pêvajoya komkujiyê vegot û daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.