Nivîskara Tûnisî: Ez ji edaleta têkoşîna jinan bawer dikim

Nivîskara Tûnisî Amîra Ghoneîm, beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Efrîqayê li Marakeşê bû bal kişand ku wêjeya jinan ji bo guherîna civakî mekanîzmayek e û got ku ew têgehên edalet û wekheviya zayenda civakî bi kar tîne.

RAJA XAYRAT

Marakeş – Li bajarê Marakeş ê Mexribê di navbera 30’yê Çileyê û 2’yê Sibatê de Pêşangeha Pirtûkan a Efrîqayê bi dirûşma “Bûyîna dengê bêdengan” dest pê kir didome. Nivîskara Tûnisî Amîra Ghoneîm a tevli festîvalê bû, der barê romana xwe ya dawî, xebatên xwe û bandora wêjeyê ya li dijî şîdeta li ser jinan ji ajansa me re axivî.

Amîra Ghoneîm, got ku romana wê Nazlat Dar El-Ekber behsa şoreşên di navbera salê 1930 û 2011'an de li Tûnisê çêbûne û pêvajoyên piştî wan dike. Amîra Ghoneîm diyar kir ku tişta pê dide nivîsandin,  fikrek ku wê mijûl dike yan jî karekterek ku li ser tevahî berhema wê xwe ava bike ye û got: “Weke di romana Nazlat Dar El-Ekber de, min xwest ez bûyerên girîng ên ku heta niha çareser nebûne vebêjim. Ne hewce ye jin bi şêwazeke femînîst binivîsînin.  Femînîzm an jî têkoşîna femînîst ji aliyê nivîskaran ve tê vegotin, di wêjeya femînîst de nivîskarên mêr jî hene. Femînîzm, mijareke wekheviya zayendî ye, baweriya wê bi edaleta doza mirovî heye. Çi dibe bila bibe ez ji edaleta vê têkoşînê bawer dikim.”
‘Divê her jin xwedî cih an jî odeyek be’

Amîra Ghoneîm, diyar kir ku nivîsên ku berê dinivîsand, di kompîtorek de qeyd dikir an jî newêribû biweşîne û wiha domand: “Baweriya min ew bû ku divê nivîs, girêdayî standartên cidî, zanistî û mercan be lê ji ber ku Nazlat Dar El-Ekber gelek xelatan girt, min berê xwe da weşangeriyê. Divê ode û cihekî aydê her jinê hebe. Nivîskar Simone de Beauvoir jî têkiliya di navbera mekan û nivîsê de datîne û dibêje ku divê cihekî aydê mirov hebe ji bo nivîsê. Lewre bi giştî cihekî aydê jinan tune ye. Dema ku dibin xwedî cihek jî dibe cihê wan ê herdemî. Ê min jî li mala min ode yan jî ofîsek aydê min tunebû. Ji ber vê yekê min li malê carê li odeyek an jî metbexê dinivîsand. Carna dema min wesayîdê diajot, carna jî di navbera dersan de min hevokên ku dihatin hişê min dinivîsand.” 

‘Tecrubeyek zor’

Amîra Ghoneîm, diyar kir ku jinên dixebitin gelek karan bi hev re dikin, dema ku hezkirina nivîsê jî bikeve ser vê, neçar dimînin her kêliya rojê bi kar derbas bikin û dibin jinên super. Her wiha diyar kir ku nivîsandin, ked û konsantrasyonê dixwaze û wiha domand: “Ez bi xwe nivîsandinê weke tecrubeyek zor nabînim. Ger wisa bûya min ê dest ji nivîsandinê berda lê ji ez ji nivîsandinê hez dikim. Rast e carna nivîsandin dibe şerê derûnî lewre carna dema hûn dinivîsînin, tengav dibin, hûn nizanim çawa ji wê rewşê derbikevin. Ez her dem hewl didim ji nivîsandinê kêfê bigrim. Dema ku tu zewq negirî, ji rêzikan dûr dikeve lê dema ku tu zewq digrî careke din li ser kûr dibî.”

‘Wêje mekanîzmayek girîng e’

Amîra Ghoneîm, diyar kir ku kî dinivîsîne bila binivîsîne, wêje berhemek mirovan e û bi balkişandina ser romana “Ketina mala mezinan” wiha bi dawî kir: “Dema ku min romanê nivîsand, min ji hevalek xwe re şand. Wê jî romana min ji weşangerek ku teza xwe ya doktorayê dinivîsand re şand. Romana min gelek hat ecibandin. Di pirtûka xwe ya ‘Dosyaya Zer’ de jî min behsa mêrek şîzofren kir. Wêje qadeke dikare xizmetê ji doza jinan û hemû dozên mafdar re bike. Ji bo edebiyatê divê nivîskar xwe bexşê wê qadê bike. Ez bawer dikim ku mijarên herî mezin ên ku dikarin werin nivîsandin hene, bi taybetî jî mijara jinan lewre jin tenê edaleta di navbera mirovan de dixwazin. Wêjeya jinan, ji bo guherîn û veguherîna civakî mekanîzmayek girîng e. Li ser têgehên edalet û wekheviya zayendî disekine.”