Nivîskara Elewî Hamîde Rencus: Bes e, dema çalakiyê hatiye

Nivîskar Hamîde Rencus bal kişand ser komkujî, revandin, destdirêjî û tecawizên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Elewiyan û got, “Bes e, dema çalakiyê hatiye.”

BINEVŞ STÊRK

Enqere – Komkujî û sûcên ku ji aliyê çeteyên HTŞ'ê ve li dijî jinan hatine kirin, ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve nehatin dîtin. Lê belê, saziyên girêdayî Tevgera Azadiya Kurd li hember van komkujiyan bêdeng neman û daxwaza bidawîanîna van planên qirêj kirin. Li bajarên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, bi pêşengiya jinan, xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin. Li Qamîşlo, Reqa, Hesekê, Heleb û gelek deverên din, bi hezaran kes daketin kolanan da ku daxwaza dawîanîna qirkirina Elewiyan bikin. Jinên ku di van çalakiyan de dengê xwe bilind kirin gotin, "Êdî bes e!"

Qirkirin salek bi bêdengiya cîhanê re temam kir

Dîroknas û nivîskar Hamîde Rencus ku li ser her platformê dengê xwe li dijî van komkujiyan bilind kiriye, ji ajansa me re axivî. Hamîde Rencus bi gotinên "Li Sûriyeyê, li kêleka me, xwîna Elewiyan salek e bi awayekî zêde diherike. Elewiyan dikujin. Jin tên revandin û tecawizkirin. Zarok tên kuştin û revandin û ev jenosîd salek e bi bêdengiya cîhanê berdewam dike" bal kişand ser komkujî û binpêkirinan û got, "Êdî bes e. Dem hatiye ku dengê me ji aliyê hêzên cîhanê ve, nemaze hêzên herêmî yên ku salek e bêdeng mane, bê bihîstin. Mixabin, heta niha tenê Elewiyan û hevalên wan dengê xwe bilind kirine.”

‘Jenosîd derbasî qonaxeke nû bûye’

Hemîde, destnîşan kir ku ev komkujî hatine belgekirin, bi bîr xist ku ev rapor ji saziyên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê re hatine şandin û got ku ev hewldan bê encam mane. Hamîde bi van gotinan bal kişand ser sedema vê yekê: “Ji ber ku ew kesên ku vî kujerê xwînxwar, vî terorîstî teşwîq kirin. Bê guman, wan her tiştê ku ji destê wan dihat kir da ku komkujiyên xwe manîpule bikin. Û ew hîn jî dikin. Ev jenosîda ku salek sax berdewam dike, gihîştiye qonaxek nû. Ji ber vê sedemê: Ji bo ku mirov ji bîr bikin ku HTŞ rêxistinek terorîst a xwînxwar e û nîşan bidin ku Colaniyê terorîstek xwînxwar a û xelat li ser serê wî heye rêberek rewa ye, wan Lazkiye ku bajarek Elewiyan e, mîna herêmek qaşo pak e pêşkêş kirin. Wan ew wekî vîtrînek pêşkêş kirin. Û ji bo ku rojnamevanên bicihkirî manîpulasyonê li peravê bikin, xwîna ku bi rastî jî bi awayekî zêde diherike veşêrin, wan her tişt li Lazkiye ku bajarekî Elewiyan e, wek gul û gulîstan pêşkêş kirin. Tevahiya cîhanê, hemû rojnamevanên ku ev manîpulasyon kirine nas dike.”

'Ev ji xwebaweriya ku Colanî bi dest xistiye tê, cîhan wî paşguh dike û heta teşwîq dike'

Hamide bi gotina “Êdî bes e” hêrsa xwe anî ziman û diyar kir ku belavbûna komkujiyê bo Lazkiyê û rastiya ku niha êrîşên bi vî rengî yên xwînî li dilê Lazkiyê têne kirin, ji xwebaweriya ku Colanî bi dest xistiye tê, cîhan wî paşguh dike û heta teşwîq dike. Hamîde bal kişand ser wê rastiyê ku ev hemû teşebus gihîştine xalek xeternaktir û got, “Ji ber vê yekê ez bang li tevahiya cîhanê dikim. Binhêrin, ne bes bû ku tenê saziyên Elewiyan dengê xwe bilind bikin. Ne bes bû, ji ber vê yekê me nekarî vê xwînrijandinê rawestînin.” Hemîde bi bîr xist ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji êrîşên DAIŞ'ê êş kişandiye û axaftina xwe wiha domand: “Rojava bi bîr bînin. Dema ku DAIŞ'ê êrîşî Kurdên li Rojava kir, ma şoreşger, sosyalîst, demokrat û rêxistinên kedê ji çar aliyên Tirkiyeyê neçûn ser sînor da ku ji bo mirovahiyê nobedê bigirin? Ma ew DAIŞ ji HTŞ'a heyî cuda ye? Ma em bêxem in ji ber ku ew xwîna Elewiyan dirjînin?”

'Colanî kujerê xwînxwar e'

Hamîde Rencus diyar kir ku HTŞ şaxê Sûriyeyê yê DAIŞê ye, bi bîr xist ku Colanî damezrînerê vê HTŞê ye. Hamîde li ser serokê HTŞê Colanî wiha got: "Ew kujerê xwînxwar e. Lê her çiqas wî makyaj bikin, qrawat bikin stuyê wî û wî wekî demokrat nîşan bidin jî, hemû dinya dizane ku ew terorîstekî xwînxwar e û wî terorîstên xwe bi ser Elewiyan de ajotiye. Wê demê, hemû cîhan dibîne ku wî çi bi Durzî û Xiristiyanan kir.” Hamîde diyar kir ku qonaxek nû li Sûriyeyê dest pê kiriye û wiha got: “HTŞ, têjikê DAIŞ’ê ye. DAIŞ’a ku Emrîkayê bi xwe ew mîna rêxistina herî xeternak ji bo cîhanê ragihandiye, niha jenosîdeke Elewiyan pêk tîne. Ji bo her kesî, hemû saziyan, hemû rêxistinan, hemû cîhanê çi sedemek din hewce ye ku serî hilde? Xwîna Elewiyan divê ewqas erzan nebe.”

Banga nobeta mirovahî li ber ofîsên NY û Parlamentoya Ewropayê

Hamîde diyar kir ku Elewî îro ji bo hemû mirovahiyê ceribandinek in û bi van gotinan bang li raya giştî kir ku hesasiyet nîşan bidin û tevbigerin: “Em, ev salek e di bin ceribandinê de ne. Hûn di bin ceribandinê de ne, ey mirovahî! Hûn salek e di bin ceribandinê de ne. Bes e. Çawa ku me li Deriyê Sînor ê Yayladagê ji bo Rojava nobeta mirovî girt, divê em niha li Deriyê Sînor ê Yayladagê ji bo xwîna ku piştî komkujiya li Lazkiyeya li seranserê peravê ku bi qasî keviravêtinê dûr e hatiye rijandin, heman nobeta mirovî lidar bixin. Ji bo bidestxistina parastina navnetewî, eşkerekirina bêşermiya bêşermiyan, banga li wîjdanên wan, qîrkirina durûtiya wan, divê em li ber Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û ofîsên hemû hêzên cîhanî, li her deverê ku em lê bin, nobeta mirovî lidar bixin.”

Xwîna Elewiyan a ku li wir diherike wijdan û ceribandina we hemûyan e

Hamdiye bal kişand ser wê rastiyê ku daxuyaniyên çapemeniyê yên ku di sala borî de hatine dayîn êdî ne çalakiyek in û wiha got: “Divê em ji vê bêçalakiyê, ji vê daxuyaniyên çapemeniyê derbas bibin û çalakiyek rastîn bikin. Ez bang li hemû mirovahiyê dikim. Elewiyên li peravên Sûriyeyê ceribandina hemû wîjdanan e. Dem hatiye ku tiştek were kirin, çi ew rûniştina li ber hemû balyozxaneyan be ku parastina navneteweyî dixwazin, çi danîna konan be, çi jî xwe zincîrkirin be. Zarok, jin, ciwan û kal û pîr li ber çavên me têne kuştin. Ev bêdengî, her çiqas bi rastî me xemgîn bike jî, hevkariya sûc e. Ji bilî vê yekê ravekirinek din tuneye. Ey mirovahî! Xwîna Elewiyan a ku li wir diherike wijdanê we hemûyan e, ceribandina we hemûyan e.”