Nîşaneyên Sûriyeya nû: ‘Ehlaqa cemawerî’ dikin hinceta qedexeyan

Parêzvana mafên mirovan Ayşe Şaban bal kişand ku HTŞ ya cîhadîst ‘ehlaqa cemawerî’ dike hinceta qedexeyên li ser jinan û pirsa “Çima jin her dem li ser navê qaşo rê û rêzikan neçar dimîne ji rehetiya xwe û ji bo mafê xweîfadekirinê bedêl bide?” kir.

RAMA XALEF

Şam – Di demeke ku saziyên fermî sozên pêşketineke civakî didin de jinên Sûriyeyî, bi biryarên ku di qadên giştî de pêşî li wan digrin re rûbirû dimînin. Pîvavên hişk li ser wan tên ferzkirin.

Biryara dawî ya Wezareta Turîzmê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ), têkildarî plajan û cilên ku divê di hewzan de werin lixwekirin, vê pirsa berê ya ku her dem xwe dubare dike anî rojevê: Gelo mafê biryara awayê hebûna jinan a di qadên giştî de di destê kî de ye? Jin hê jî di warê ehlaqî û civakî de weke hêmaneke ku divê were kontrolkirin tê dîtin, lê ji bo mêran gelo bê pirs û lêpirsîn, azadiya tevgerê û lixwekirinê heye?

‘Hebûna jinan bi şert e’

Parêzvana mafên mirovan Ayşe Şaban, destnîşan dike ku ev biryar tenê di zagonan de nayê wateya cudakariyê, di heman demê de bi ve yekê peyamek didin jinan û dibêje: “Hebûna we bi şert e, di warê xweîfadekirinê de jî we dişopînin û her tişt bi sînor e. Ji aliyê Wezareta Turîzmê ve biryara li ser daketina plaj û hewzan ku hatiye girtin, mirov şaşwaz dike û nayê pejirandin. Çima jin her dem dikevin bin mercekê û ji mêran zêdetir tên astengkirin? Ji jinan dixwazin bûrkînî yan jî cilên ku bedena wan bi temamî bigrin li xwe bikin lê ji mêran tiştek wiha nayê xwestin. Ev bêdadî û cudakariya zayendî ye.”

Sûriye ya hemû kesan e’

Ayşe Şaban bibîr xist ku Sûriye ya hemû kesan e, tenê welatê beşek nîne û wiha domand: “Ên ku li gorî baweriya xwe burkinî hildibjêrin, ên ku dixwazin mayo li xwe bikin hene; divê mafê tercîhê ji bo hemûyan hebe. Tenê bila rêzê nîşanî hev bidin û zirarê nedin tu kesan. Lixwekirin yek ji mafên azadiya takekesî ye û ne rast e dewlet di vî warî de hinek awayan ferz bike. Bi taybetî cihên ku behsa wan tê kirin, turîstîk in û her kes divê bi hêsanî bikaribe biçe wan deran.”

Ayşe diyar kir ku di vê biryarê de ji bo jinan peyama “divê hebûna we bi awayê diyarkirî be” tê dayîn û got ku ev yek ji aliyê gelek jinan ve xweş nayê dîtin. Ayşe anî ziman ku jin naxwazin derbarê bedena wan de biryar werin dayîn û wiha domand: “Li cihê ku hişyarkirin an jî rêzdariya li beramberî hev hebe, çima qedexe û ferzkirin tên tercîhkirin? Çima jin her dem li ser navê qaşo rê û rêzikan neçar dimîne ji rehetiya xwe û ji bo mafê xweîfadekirinê bedêl bide? Em dixwazin Sûriye bi hemû rengên xwe bibe welatê her kesî. Em dewletek ku li ser navê kevneşopiyan me kontrol dike, naxwazin. Rêzdariya ji bo kevneşopiyan nayê wateya rakirina mafê hilbijartinê. Kî dixwaze bi awayê kevneperest cilan li xwe bike bila kerem bike, lê bila mafê yên ku naxwazin wisa li xwe bikin jî hebe. Tiştê esas ew e ku ji mekan û mirovan re rêzdarî hebe. Em naxwazin li ser bedena me kontrol hebe, em dixwazin azadiya rastîn û edalet hebe.”

Têkoşîn didome

Tevî van hemû zoriyan jî têkoşîna ku jinên Sûriyeyî ji bo mafên xwe û azadiya xwe didin didome. Nakokiya di navbera gotinên peşketin û polîtîkayên astengkar ên tên pêkanîn de, her ku diçe zêdetir xwe dide der.