Nîqaşên qanûna çarçoveyî: Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bibe rojeva sereke

BÊRÎVAN ZÎLAN

Piştî hevdîtina ku Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 20’ê Tîrmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî, nîqaşên li ser qanûna çarçoveyî zêde bûn.

Piştî civînên heyetê yên bi nûnerên partiyan re, amadekirina qanûnê hat rojevê. Bi qanûna çarçoveyî ku dê pêşkêşê Meclîsê bê kirin re, dê pêvajo derbasî qonaxek nû bibe. Qanûna ku wê bê derxistin ne tenê bandor li Tevgera Azadiyê dike, di heman demê de wê bandorê li pêşketinên herêmî jî bike.

Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, bandorek girîng li guhertinên li herêmê kir. Ev banga ku di têkoşînê de guhertinek stratejîk dihewîne, berhema plansazî û xebata demdirêj e. Lewma, girîng e ku him ji raya giştî ya Kurd û him jî ji derdorên derve re bê ravekirin ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa dixwaze lezê bide pêvajoyê. Nirxandinên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di her hevdîtinê de dike û peyamên ku ji bo vê pêvajoyê dide, di bingeha xwe de daneyên girîng ên di bingeha planê ku li gor wî tevdigere de ye.

Nîqaşên Qanûna Çarçoveyî

Di bingeha pêngava ku hat destpêkirin de, bi ji nû ve zindîkirina hevgirtina dîrokî ya Kurd-Tirk re, qezenckirina hemû gelên herêmê heye. Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi gavên ku heta îro avêtin re, nîşanî her kesî da ku ew ji bo xwîşk û biratiyek li ser bingeha hemwelatîbûna bi rûmet û wekhev amade ye. Lê belê, xwîşk û biratî ne tenê yekîtiya siyasî ye, di heman demê de yekîtiyek dîrokî ya mecbûrî ye. Ev yekîtiya dîrokî erkên xwe bi xwe re tîne. Bi rêziknameyên qanûnî re veguherandina vê hevgirtin û yekîtiyê ya ji bo çarçoveyek qanûnî ya daîmî, di rêya komara demokratîk de gavek herî bingehîn e. Ev yekîtî di avakirina pêşerojek hevpar de, nebe nabe ye.

'Pirsgirêka Kurd' a ku dewlet dudil e behs bike

Her çend li Tirkiyeyê Qanûna Çarçoveyî tê nîqaşkirin jî, pirsgirêka Kurd hê pirsgirêkek nehatiye çareserkirin e. Xuya ye ku dewlet tenê li ser mijara "ewlehiyê", bêçekkirina Tevgera Azadiyê sekiniye. Ev rewş ji destpêka pêvajoyê ve tê zanîn. Sedema herî bingehîn a derketina PKK’ê, pirsgirêka Kurd e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibêje, "Min pirsgirêka Kurd di hembêza xwe de dît." Lê belê, ji aliyê rayedarên dewlet û hikûmetê ve pirsgirêka Kurd nayê bilêvkirin jî. Hê ji bo ku gelê Kurd li herêmê nebe xwedî destkeftî, hewldanên dîplomatîk û siyasî yên cûrbecûr tên meşandin. Danûstandinên dewleta Tirk a bi welatên herêmî re, zirar dide Kurdan û di pêşveçûna pêvajoyê de rolek asteng dilîze. Înkarkirinek ji nêzîkatiya demokratîk a pirsgirêka Kurd dûr, berdewam dike. Erdogan got, "Ez ê pirsgirêka te çareser bikim," lê ji ber ku  pirsgirêka Kurd înkar dike, çareserî û demokratîkbûn çênabe û înkarkirinek zirav tê ferzkirin. Destkeftiyên Kurdan ên li parçeyên din zêde tên dîtin. Heta ku pirsgirêka Kurd berdewam bike, wê pêkanînên dij-demokratîk li Tirkiyeyê bi dawî nebin.

Hêzên ku pirsgirêk afirandine niha tenê rêbazek îndeksa ‘ewlehî’ pêşkêş dikin

Operasyonên li dijî muxalefetê, şikandina baweriyê ya ji pergala edaletê re, xizaniya kûr û rizîbûna civakî bi salan ji ber pirsgirêka Kurd hat jiyîn. Ji bo ku Kurd sûd wernegrin, tu gavên demokratîk nehatin avêtin. Gelê Tirkiyeyê jî bi salan encamên vê pirsgirêkê kişand. Hêzên ku pirsgirêk afirandine niha tenê rêbazek îndeksa "ewlehî" pêşkêş dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hewil dide bi gavê xwe yê dawî re pêşiya hemû pêkanînan bigre û dixwaze di warê rêbazên qanûnî û dadwerî de deriyek veke. Girîng e ku pêvajo bi vê aliyê re jî were fêmkirin. Ji bo derbaskirina van nêzîkatiyên hikûmetê, bilindkirina têkoşîna siyasî û pêşxistina rêxistina civakî ya li ser bingeha komunal, ji bo rast fêmkirina diyalektîka maseyê erkên girîng in. Bi qasî pêkhatina avakirina civakî, pêvajoya danûstandinê dikare pêşketinên di berjewendiya gelê Kurd de di nav xwe de bigre. Bi zanîna vê rewşê re, nîşandana nêzîkatiyek a bi diyalektîka têkoşîn û danûstandinê, pir girîng e.

Statû û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Di çarçoveya Qanûna Çarçoveyî de, gelek mijar bûn sedema nîqaşê. Her çend çarçoveya qanûnî bi awayek eşkere ji raya giştî re nehat ravekirin jî, bi rêya çapemeniyê hinek nîqaş hatine destpêkirin. Di vê xalê de, aliyê herî girîng ê Qanûna Çarçove ya ji bo Tevgera Azadiyê, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bêyî mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya muzakerevanê serekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şert û mercên xebata azad, qanûn dê di çavê raya giştî ya Kurd de derbasdar nebe. Mijara ku di medyaya sereke de tê nîqaşkirin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne hiqûqî, naskirina statuyek fîîlî ye. Nîqaşên bi vî rengî pêvajoyê paşve dixin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan him di çavên gelê Kurd û him jî di dewletê de xwedî statuyek fîîlî ye. Ger rastiyek bi vî awayî nebûya, dewletê wê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest bi pêvajoya danûstandinê nekira. Lê belê, ger binesaziya qanûnî ya vê statuya fîîlî neyê avakirin, ji bo pêvajoyê nêzîkatiyek cidî nayê nîqaşkirin. Ji ber ku bingehek qanûnî tune bû, di pêvajoyên berê de bi mehan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nehat kirin û belavkirina ramanên wî ji raya giştî re hate astengkirin. Mafê wî yê herî bingehîn, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re jî hat redkirin. Tecrîd bi pêkanînên kêfî berdewam kir. Eşkere ye ku heta statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neghîje çarçoveya qanûnî, wê pêkanînên kêfî yên bi vî awayî berdewam bikin. Mesele ne tenê ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye amadekirin bibe an jî destûr bê dayîn ku bi çend rojnamevanan re bicive. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nexitimandina pêvajoyê de cidî ye û di hevdîtina xwe ya dawî de jî careke din rolek rêveker lîst. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi nûjenkirina hevgirtina dîrokî ya Kurd-Tirk him armanc dike ku Tirkiyeyê demokratîk bike û him jî pêşî li gefên herêmî bigre. Ev stratejiya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat pêşxistin, dê ji hemû gelan re bide qezenckirin. Lewma, di qanûna ku bê derxistin de ji nîqaşa hebûna madeyek têkildarî statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbixwetir, divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe rojeva sereke.

Veguherîna têkoşîna çekdarî ya ji bo têkoşîna siyasî

Yek ji mijarên bingehîn ên ku di çarçoveya qanûna çarçoveyî de tê nîqaşkirin, mijara kategorîzekirinê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beriya niha behsa "qanûnek qanûnî-siyasî-tevahî" dikir. Her kesekî ku tevlî PKK’ê bûye, ji ber ku zemîna têkoşîna siyasî nebû, têkoşîna çekdarî hilbijart. Niha jî dixwazin bi guhertina stratejiya têkoşîna xwe, beşdarî têkoşîna siyasî bibin. Ger pêşiya vê yekê neyê vekirin, em nikarin behsa beşdariya bi rûmet û wekhev bikin. Rêziknameyek qanûnî ya li ser bingeha beşdariya takekesî, dê ne li gorî ruhê pêvajoyê be. Nîqaşên li ser bingeha avahiya rêveberiyê, beşdarî çalakiya leşkerî bûne an na, sûc kiriye an na, nîşan dide ku dewlet bi awayekî tevahî li qanûnê nanhêre. Nîşanek zîhniyetek e ku bêyî para xwe di pirsgirêkek 100 salî de bibîne, bi berdewamî aliyê din sûcdar dike û dijberiyê diafirîne ye.

Li aliyê din, nîqaşên li ser rêveberiyê ya mîna "bicîhkirina li welatên din, nîqaşên berdana bi çavdêrî ya kesên ku vegerin Tirkiyeyê, digel mantiqa rehabîlîtasyonê", têkoşînê asteng dikin. Ji ber ku zemînek têkoşînê tune bû, Tevgera Azadiyê birêxistin bû. Ger ev zemîn dîsa were girtin, ew dikare rê li ber modelên rêxistinî yên cûda veke. Him hêzên hikûmetê û him jî raya giştî li ser îhtîmala derketina rêxistinên cûda ya ji nav PKK’ê nîqaş dikin. Qanûnek çarçoveyî ku armanca beşdariya tevahî ya hemû endamên PKK’ê nake, deriyê îhtîmalên wiha vedike. Pirsgirêka bingehîn a kesên di têkoşînê de, ne entegrasyona nava jiyanek malbatî an jî civakek kevneşopî ye. Divê di bingeha avakirina komarek demokratîk de rolek bilîzin, mafên wekhev û entegrasyona demokratîk a di nav pergalê de li ser bingehek tevahî bi dest bixin. Lewma, pêwîst e ku dînamîkek têkoşînê bê afirandin ku van nîqaşên teng asteng bike û di çarçoveya entegrasyona demokratîk de beşdariya rast a mîsoger bike.

Bi kurtasî, her çend dibe ku hemû daxwazên raya giştî ya Kurd negre nav xwe jî, qanûna çarçoveyî dê di rojên pêş de di rojeva Parlementoya Tirkiyeyê de be. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi zanebûna vê rewşê, ji bo qanûna dê bê derxistin, nirxandinek destpêkê ku dê rê li ber qanûnê veke, kir. Serkeftina vê destpêkê, bi asta têkoşîna ku dê were meşandin re girêdayî ye. Bi taybetî, bi zanîna ku jin di vê pêvajoyê de hêza damezrîner û pêşeng in, erkê wan ê herî girîng ew e ku asta têkoşîn û rêxistinbûna wan baştir bikin û pêvajoyê bilezînin. Jinên ku herî zêde hewceyê aştiyê ne, dê di afirandina aştiyek bi rûmet de jî rola xwe bilîzin.