Nifşê Z li ser piyan e: Tevgerên ciwanan siyaseta cîhanî dihejînin

Nifşê Z di rojên dawî de bi çalakiyên li ser medyaya dîjîtal nîşan dide ku ji cîhan û siyasetên dewletan haydar e, ezberan xirab dike û bi çalakiyên xwe dewletan neçarî peymaneke nû ya civakî dike.

SARYA DENÎZ 

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên “Nifşê Z” (Gen Z) yan jî tevgerên ciwanan, di dawiya 2025’an de bi awayekî ku balê dikşînin mezin dibin. Dengê ku hema bibêje ji çar aliyên cîhanê bilind dibe, nêrîna ku nifşê Z li dijî siyasetê bê eleqe ye vala derdixe. Li bajarên weke Katmandu, Jakarta, Rabat û Antananarîvoyê ciwanên ku derketin kolanan, li dijî polîtîkayên hikumetê û newekheviyên civakî, tevî hemû êrîşan çalakiyên xwe didomînin.

 Gelo nifşê Z çima li kolanan e? Van çalakiyên mezin çi nîşan didin? Xalên hevpar ên li cihên cuda çi ne? 

Li Nepalê hikumet çawa ket? 

Çalakiyên protestoyî li Nepalê di sere meha Îlonê de dest pê kirin, di demek kurt de li tevahiya welat belav bûn. Çalakî bûn sedema ketina hikmetê. Ciwan, li dijî krîza aborî, bêkarî û nelirêtiyê xwe di ser medyaya dîjîtal bi rêxistin kirin û derketin kolanan. Aliyê balkêş di van çalakiyan de ew bû ku tevger bê pêşeng bûn. Çalakgeran xwe bi navê nifşê Z (yên di navbera 1997- 2012’an de hatine cîhanê)  pênase kirin. Kadroya pêşeng a ku ji navendek çalakiyan li dar bixe tune ye lê hinek kolektîfên ciwanan, weke hêza tevgerê derdikevin holê. Van koman li ser înternetê bangên çalakiyan dikin. Çalakger dixwazin nelirêtî bi dawî bibin û diyar dikin ku ew guherînê dixwazin. Yek ji mijarên sereke yên çalakiyan, bikaranîna etîketa medyaya dîjîtal; "Nepo bebek" "Nepo zarok" e. "Nepo" kurtkirina nepotîzmê ye û peyamê dide îdiayên ku dibêjin kesên giregir berjewendiyên malbatên xwe esas digrin.

Etîket, piştî ku vîdyoyên li ser jiyana luks a siyasetmedar û malbatên wan di  medyaya dîjîtal de hatin weşandin populer bû. Ciwan diyar dikin ku di demeke ku gel bi zorê debara xwe dike de, van kesan bêyî ku laqîq bin serkeftî dibin û di nava luksê de dijîn.

Di dîroka Mexribê de çalakiya herî mezin

Serhildana ciwanan îlhamê da tevgerên ciwanan ên li Madagaskar û welatên din. Li Mexrib û Madagaskarê jî bi taybetî di demên dawî de ji ser platformên dîjîtal çalakiyên protestoyî tên birêxistinkirin, rojeva welat diyar dikin. Wezîrê Karên Hundir ê Mexribê, diyar kir ku di çalakiyan de sê kes hatine kuştin. Wezaretê îdia kir kesên hatine kuştin di encama hewldana kesên xwestine çekên polîsan desteser bikin de hatine kuştin lê şahidan vê îdiayê piştrast nekirin. Çalakiyên li Mexribê weke çalakiyên herî mezin ên salên dawî tên pênasekirin. Tevgera ku bi hezaran ciwanan xwe li ser Discordê bi rêxistin kirine, daxwazên jiyana bi rûmet, dahata wekhev, pergala tendirustiyê ya birêkûpêk derdixe pêş. 

‘Ji bo pêşerojeke baş’ 

Li Madagaskarê jî koma bi navê “Gen Z Madagascar” di dîroka welat de cara ekem çalakiyeke ku ciwanan esas digre li dar xist. Alîkara Seroka Transparency International Ketakandriana Rafitoson, der barê tevgerê de got: “Van çalakiyan ne bi mantiqa desteserkirina desthilatdariyê, bi daxwaza pêşerojeke baştir dest pê kirine.”

Li gorî daneyên UNICEF’ê li Madagaskarê ji sisêyan duduu nifûs ji 30 salan biçûktir in. Tê diyarkirin ku hêrsa ciwanan ji ber projeyên bihayê wan zêde û îdiayên nelirêtiyê bilind bûye. Li welatê ku zêdetirî nifûsa wê bi dahata ku 2 dolarî kêmtir e dijîn, bi taybetî projeya teleferîk a li Antananarivoyê hatiye çêkirin, bû sedema bertekeke sembolîk. Li aliyê din nûçeya ku di medyaya dîjîtal de axaftin zêde li ser çêbûn ew bû ku kurê serokomar Andry Rajoelîna li Îsvîçreyê bi 150 hezar euroyê dixwîne.

Hêza di dest wan de medyaya dîjîtal

Çalakiyên nifşê Z bi hêza medyaya dîjîtal mezin dibin. Hashtag, dîmenên bi zekaya çêkirî, video û qerfa bi henek di destên ciwanan de qada herî bi hêz in. Tiştên li Nepalê diqewimin, bû fitîla çalakiyên li hemû derên welat.

Ciwan ala korsan a ji seta Japon manga a ji One Pieceyê hatiye girtin weke sembol bi kar tînin. Ala ku di çalakiyên li Endonezya û Nepalê de hat bikaranîn di versiyona Madagaskar de figurê serî ye û bi sernavê herêmî hatiye xemilandin. 

Ciwan çi dixwazin? 

Ciwan hema bibêje bi heman daxwazan li kolanan in. Mesrefên rayedarên hikumetê an jî yên hinek aliyên li welat, jiyana wan a luks û nîşandana vê jiyanê ya li ser medyaya dîjîtal, çalakiyên ciwanan gurtir dike. Çalakiyên ciwanan ji daxwazeke aborî zêdetir ji bo domandina jiyanê û bi tevahî guherîna pergalê ne. Di rastiyê de çalakî di heman demê de şikestineke mezin jî nîşan didin. Her çendî çalakî bi komên bê pêşengî derkevin pêş jî; şîrovekar diyar dikin ku dibe bi van çalakiyan guherîn çêbibe.

Çalakî mezin dibin

Van tevgerên nişfê nû yê li tevahî cîhanê bilind dibe, ne tenê li welatên wan dê xuya dê li cîhanê rûyê siyasetê biguherîne. A ku vê yekê piştrast dike ew e ku çalakger paşve gav navêjin. Çalakî hem di medyaya dîjîtal de hem jî li kolanan mezintir bibin. Ciwan diyar dikin ku ger encamên girîng çênebin dê çalakî belavtir bibin û mezin bibin.  

Banga ji bo peymana civakî 

Ciwanên ku bi taybetî der barê karûbarên dewletan de rexneyên xwe tînin ziman, beriya her tiştî edalet û reformê dixwazin. Ciwan tenê gazinan nakin, dijberî wê dixwazin tiştek nû bikin û peyama ‘em li vir in’ didin. Ciwanên ku nasnameya xwe îlan dikin, dixwazin ji aliyê siyasî ve lêpirsîn were kirin û daxwazên wan werin dîtin. Daxwazên ciwanan wisa ji rêzê nîn in, weke peymana civakî tên dîtin û tê xwestin ku ev yek weke derfetek were nirxandin.